​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike

Beşeke mezin a niştecihên taxên Zeytûniyê û El-Wista yên Qamişloyê bê av in. Gerînendeya Avê ya bajêr ji bo çareserkirina vê pirsgirêkê çareseriyeke demkî pêşkêş kir û av bi rêya sahrîcan ji şêniyan re peyda kir.

​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike
​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike
​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike
​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike
​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike
​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike
​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike
​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike
​​​​​​​Gerînendeya Avê ya Qamişloyê hewl dide pirsgirêka taxa Zeytûniyê çareser bike
9 hezîran, 2021   07:31
QAMIŞLO-EHMED SEMÎR

Miqdara avê ya ku digihêje Qamişloyê rojnane derdora 45 hezar metrekab e. Ev rêje gelek pir e ruxmî wê jî av nagihêje taxên Zeytûniye û El-Wistayê.

Berpirsên stasyonê hilmijkirina avê Xorşîd Oso got ev miqdar têra du bajaran dike, lê ji ber toreya avê ya riziyayî ku vedigere 4-5 serdamên berê av kêm dihêje hinek taxan.

Her sal pirsgirka avê bi hatina havînê re li her du taxên Zeytuniye û El-Wista yên Qmaişloyê derdikeve. Sedem ew e ku şênî bi awayekî mezin avê xerc dikin û li rex wê jî toreyên avê rizî ne. Bi derketina vê prisgirêkê re Gerînendeya  Avê sahrîc veqetandin da ku avê bê pere bigihîne şêniyan. Her wiha li ser malperên tevna civakî hejmar dan da ku şêniyên wan taxan têkilî bi gerînendetiyê re deynin û avê werbigirin.

Şêniya bi navê Semer El-Hewar a ku li kolana Muder a taxa El-Wista dimîne got: “Ji ber ku av qut e em gelek zehmetiyan dikişînin. Me serî li Gerînendeya  Avê da, ji me re diyar kirin ku ew avê berdidin lê ji ber ku cihê taxê bilind e av nagihêje me.”

Semer anî ziman ku ew gelek kêfxweş in ku Gerînendeya  Avê, avê bê pere ji wan re peyda dike û wiha domand: “Min belavoka gerînendetiyê li ser malperên tevna civakî dît. Ez hêvî dikim ku vê xebatê berdewam bike û vê pirsgirêkê çareser bike.”

Şêniyê bi navê Mişel El-Leylî yê li taxa Zeytûniyê dimîne jî spasiya gerînendetiyê kir û wiha berdewam kir: “Ev gaveke erênî ye û em hêvî dikin ku pirsgirkê ji kokê ve bê çareserkirin.”

Der barê heman mijarê de endamê rêveber ê Daîreya Avê ya Qamişloyê Bedîî Îsa got: “Pirsgirêka avê ya li hinek taxên bajêr ji berê ve heye. Bi hatina havînê re ji ber xerckirina zêde gelek pirsgirêk derdikevin.”

Îsa wiha domand: “Me av berda taxa El-Wista lê hinek deverên bilind hene û av nagihêje dawiya toreyê ku avê dide wan taxan.”

Îsa desntîşan kir ku ji ber ku hinek niştecihên wan taxan dînemo bi kar tînin, hemû nikarin sûdê ji para xwe ya avê bigirin.

Îsa piştrast kir ku ji bo çareserkirina vê pirsgirkê bi awayekî demkî sahrîc eyar kirine lê ev yek pirsgirêkê bi giştî çareser nake û ew hewl didin avê bigihînin şêniyan ku divê avê zêde xerc nekin.

Îsa di dawiyê de got ji bo çareserkirina pirsgirêka avê gelek xebatan li taxa Zeytûniye, kolana El-Wekalat a li taxa El-Wista dimeşînin û destnîşan kir ku gelek projeyên din têne nirxandin da ku vê pirsgirêkê bi temamî çareser bikin.

(şx)

ANHA