​​​​​​​Berdevkê Lîwaya El-Şemal a Demokratîk: Erka xweparastinê erkeke pîroz e

Berdevkê Lîwaya El-Şemal a Demokratîk  Mehmûd Hebîb diyar kir ku erka xweparastinê erkeke pîroz e ku ciwan bi rêya wê herêmên xwe diparêzin û got “Divê em piştgiriya QSD`ê bikin da ku projeya demokratîk a li herêmê biparêzin.”

​​​​​​​Berdevkê Lîwaya El-Şemal a Demokratîk: Erka xweparastinê erkeke pîroz e
8 hezîran, 2021   01:59
REQA-EHMED EL-ELÎ

Rêveberiya Xweser di Hezîrana 2019`an de qanûna Erka Xweparastinê erê kir. Qanûn ji 35 madeyan pêk tê. Tê de şertên pêkanîna erkê, efûkirin, derengxistin û hemû qanûnên têkildarî kesên ku divê erkê pêk bînin, hatine şîrovekirin.

Li gorî qanûnê hemû kesên ku temenê qanûnî yê erkê temam kiriye û li herêmên Rêveberiya Xweser ji zêdetirî 5 salan ve dimîne û sûrî ye, divê vê erkê pêk bîne. Her wiha qanûn li ser biyaniyan û kesên ku qeyda wan tune jî, derbasdar e.

Berdevkê Lîwaya El-Şemal a Demokratîk  Mehmûd Hebîb têkildarî mijarê got: “Erka xweparastinê erkeke pîroz e. Divê em hemû axa xwe biparêzin. Li gorî êrişên li dijî herêmên Rêveberiya Xweser divê em destkeftiyên ku me bi dest xistine, biparêzin."

Hebîb wiha domand: “Ên ku vî welatî diparêzin, ciwanên wê ne. Ger em rewşa li vir bidin ber rewşa li herêmê din ên Sûriyê, em ê bibînin ku ên ku xwe spartine parastina çeteyan û milîsan, ne ewle ne.”

Hebîb destnîşan kir ku Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) axa herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji dijminan diparêze, çi dagirkeriya Tirk an jî hikumeta Şamê yan jî DAIŞ`ê û wiha domand: “Lê pêwîstiya QSD`ê bi hêzên din heye ku axa herêmê û milkan biparêze. Ji ber wê Rêveberiya Xweser erka xweparastinê derxist. Da ku ciwan fêrî rakirina çek û bikaranîna wê bibin û axa xwe biparêzin.”

Mehmûd Hebîb got: “Di erka xweparastinê de ciwan tenê axa xwe li herêmên xwe diparêzin. Dema wê li gorî pergala neçariya leşkerî ya hikumeta Şamê ne pir e ku 8 salan derbas dike û li herêmên din erka xwe pêk tînin.”

Hebîb bal kişand ser hewldanên hikumeta Şamê yên li dijî herêmê û got: “Hikumeta Şamê bi desteka Rûsyayê ku dê li qadên navneteweyî banga vegerandina van herêmên jê re bike hewl didin tevliheviyan li hundirê herêmên Rêveberiya Xweser çêke. Lê ev yek pêk nayê ji ber ku lihevkirinên navneteweyî girêdayî nerewabûna rejîmê hene.” 

Berdevkê Lîwaya El-Şema wiha gotinên xwe berdewam kirin: “Di bûyerên li Minbicê de Rûsya ji Koalîsyona Navneteweyî xwest ku şaxeke leşkeriyê ya girêdayî hikumeta Şamê li wir were vekirin. Ji vir diyar dibe ku destê hikumeta Şamê di wan bûyeran de heye. Ew dixwaze saziyên xwe li wir veke û derbasî herêmê bibe.”

Hebîb da xuyakirin ku ji ber têgihiştina hinek şêniyan, rûspiyan û saziyên Rêveberiya Xweser, civaka sivîl û Meclisa Leşkerî ya Minbicê bûyerên li Minbicê mezintir nebûn û li ser daxwazên gel hinek biryar hatin dayîn. Hebîb sedema wê jî vegerand ku ew hêz û rewabûnê ji gel digirin.

Hebîb bi bîr xist ku ne tenê hikumeta Şamê dijminê herêm ye lê belê dagirkeriya Tirk hewl dide beşên din ji Sûriyê dagir bike, li aliyekî din DAIŞ jî heye ku dem bi dem QSD û karmendên Rêveberiya Xweser hedef digire. Hebîb piştrast kir ku armanca hemûyan yek e, ew jî têkbirina projeya demokratîk a li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye.

Mehmûd Hebîb di dawiyê de got: “Divê em hişyar bin û li gorî rewşê tev bigerin. Em rewşa li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bidin ber ya herêmên din ên Sûriyê. Em tecrubeya Rêveberiya Xweser biparêzin. Di çarçoveyeke mentiqî de daxwazan bixwazin ku negihêje asta derxistina tevliheviyê.”

(şx)

ANHA