​​​​​​​PDK bi kirinên xwe xeteriyeke mezin li ser Kurdistanê û doza Kurdî ava dike

Siyasetên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ya malbata Barzanî li ser doza Kurd bi giştî û Başûrê Kurdistanê bi taybet xetere ye.

​​​​​​​PDK bi kirinên xwe xeteriyeke mezin li ser Kurdistanê û doza Kurdî ava dike
7 hezîran, 2021   23:41
NAVENDA NÛÇEYAN – EKREM BEREKAT

Ferdên malbata Barzanî mijarên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hikum dike. PDK'ê 16'ê Tebaxa 1946'an de bi serkêşiya Mele Mistefa Barzanî hate avakirin. Malbata Barzanî ji wê demê ve û heta niha berjewendiyên malbatî yên teng di ser berjewendiyên neteweyî yê gelê Kurd re digire.

Di dema amadekariyên ragihandina Komara Mehabadê de, Mele Mistefa Barzanî li gel hin ferdên malbata xwe di Mijdara 1945'an de berî dan Rojhilatê Kurdistanê û ferdên malbatê tev li hêzên leşkerî yên li wir kir, li wir perwerde dîtin û çekên nû li wan hatin belavkirin.

Beriya êrişa hêzên Îranê ya li ser Komara Mehabadê di 17'ê Kanûna 1946'an de, Îran bi Mele Mistefa Barzanî re ku wê demê serokerkanê artêşa Komara Mehabadê bû û li gel ferdên malbata wî 3 hezar tivingên nû û 120 obus hebûn, koordîne kir da ku komarê tune bike.

Lêkolîner Ebdullah Şikakî di lêkolîneke xwe de ku Navenda Firat a Lêkolînan weşandiye dibêje: "22'yê Kanûna 1946'an, hevdîtineke di navbera Mele Mistefa Barzanî û genralê Îranê Hemayonî de ku serkêşiya artêşeke li dijî Mehabadê dikir pêk hat. Di hevdîtinê de Barzanî Peyama wefedariyê ji a artêşa Îranê re bi zimanê Erebî re nivisand. Ji wir diyar dibe ku fermandariya Îranê berê bi Barzanî re li hev kiribû."

Piştî hilweşîna Komara Mehabadê, Barzanî berî da Yekitiya Sovet û li wir ma heta ku serokê Iraqê yê wê demê Ebdulkerîm Qasim gazî wî kir û nîqaş li ser dayîna hin mafên neteweyî yên kurdan çêbûn. Lê nîqaş bi ser neketin û şerekê çekdar dest pê kir. Ebdulkerîm Qasim sala 1961'an operasyoneke leşkerî li dijî baregehên PDK'ê pêk anî, şer heta 1970'an dewam kir û agirbesteke demkî hate ragihandin. Piştre Barzanî beşdarî lihevkirina rêvebriya xweser a kurdan sala 1970'an bû, lê dan û standin bi ser neket û di sala 1974'an de şer careke din dest pê kir.

'TANKEKE TENÊ DIKARE HERÊMÊN WÊ WÊRAN BIKE'

Di sala 1973'yan de, projeya kembera erebî li herêmên Rojava hate pêkanîn. Wê demê şandeyek ji siyasetmedarên Kurd ku Mihemed Şêx Baqî û Îlyas Remo di nav de bûn serdana Başûrê Kurdistanê. Li gorî Kovara Navenda Rojava ya Lêkolînên Stratejîk (NRLS) şandeyeke ji Rojava bi Mele Mistefa Barzanî re rûnişt. Wê demê rewşa Barzanî û şoreşa Kurd tevlihev bû, ji ber ku hikumeta Iraqê bendên lihevkirina 11'ê Adarê ya rêveberiya xweser pêk neanîn. Barzanî wekî şîret da siyasetmedarên Rojava ku li hemberî projeya "Kempera Erebî" berxwedanê nekin, lê bi hikumeta Sûriyê û serokê wê Hafiz El-Esed re diyalogan bike, bi wê re jî nameyek ku ji bo sekretêrê giştî yê Hizbullah a Lubnanê yê wê demê Mûsa El-Sedir da şandeyê, ku ji El-Sedir re tê xwestin ku destwerdanê li gel Hafiz El-Esed bike da ku projeya ''Kembera Erebî'' li herêmên Kurdan rawestîne.

Têkildarî bersiva Mele Barzanî ya ji şandeyê re , Cemal Şêx Baqî got: ''Em li Kurdistana Iraqê, tevî ku zêdetir sed hezar pêşmergeyên me û çiyayên me yên asê hene, lê projeya erebkirinê li Kerkûkê bê navber didome û em nikarin rawestînin. Lê hûn li herêmên xwe Sûriyê (Rojavayê Kurdistanê) xwezeya erda we deştî ye, tankekê tenê ya artêşa Sûriyê bêyî ku sotemeniya xwe xerç bike dikare herêmên we ji Dêrikê heta Serêkaniyê bi carekê wêran bike,. Ya herî guncaw ew e ku hûn bi hikumetê re li hev bikin."

BARZANÎ Û LIHEVKIRINA CEZAÎRÊ

Barzanî bi şahê Îranê li dijî Qazî Mihemed li hev kir, lê şah bi rêya peymana Cezaîrê ya ku sala 1975'an bi Sedam Hisên re îmze kiribû, li Barzanî qulipî. Peyman navborî bi sponseriya serokê Cezaîrê Hewarê Bûmideyn, erêkirina Amerîkayê û beşdarbûna wezîrê kar derve yê Amerîka yê wê demê Henry Kissinger pêk hat. Li gorî peymanê divê şahê Îranê alîkariyan li ser Barzanî qut bike.

Nivîskar Samî Eburehman di pirtûka xwe ya li ser nirxandina rêveçûna şoreşa Kurdî û hilweşîna wê de wiha dibêje: "Dema ku şahî, Barzanî li ser peymana Cezaîrê agahdar kir ku alîkariyan li ser şoreşa kurdî qut bike, Berzanî wiha bersiv da; em gelê te ne, madem tu ji peymana Cezaîrê razî ye û berjewendiyên Îranê ku welatê me yê dayikê misoger dike, em ne li dijî wê ne, em fermanên we pêk tînin, heger hûn ji me re bêje bimirin, em bimirin, bijîn em ê bijîn, em dilsozên we bûn û hîn jî wisa ne û em ê di pêşerojê de jî wisa bin."

Piştî peymana Cezaîrê, PDK'ê têkoşîna çekdarî rawestand. Di pêvajoya navbera ragihandina partiyê heta sala 1975'an de, partiyê hemû kesên ku li hemberî wê û siyasetên wê disekinîn digirtin. Mînakên vê yekê; di sala 1959'an deserhildana Şewaf a li Mûsilê vemirand û gelek oldarên misilman û kesayetên welatparêz ên Mûsilê tesfiye kirin, da ku kîm û nefretê di navbera kurdan û xelkên Mûsilê de biçîne, lîderê eşîra Xoşnaw şêx Sedîq Mîran kuştin, di sala 1960'î de birayê serokê eşîra Zîbar Mehmûd Zîbarî ku pismanê Hoşyar Zîbarî ye şêx Ehmed Zîbarî jî kuştin.

Sala 1963'yan, Barzanî ji eşîra Berwarî Bala 5 beg kuştin, sala 1966'an berpirsê herêma Behdînanê Esed Xoşbî ku begekî bajarê Îmadiyê ye kuşt û kurê wê Sidqî tevî koma Celal Talbanî bû. Di heman salê de rûspiyekî eşîra Doskî Têlî Kurdî Doskî kuşt.

Her wiha di sala 1966'an de Elî Hemdî û Mehmûd Hec Tewfîq ku berpirsên rêvebirina kar û çalakiyan a şaxê çaran a PDK'ê ya baskê pîlotburoya yê veqetiyayî bûn kuşt. Di navbera 1967-1968'an de Barzanî  fermandarên Komîtdya Şoreşgerî ya PDK-Îran Silêman Meînî (Fayiq Emîn), Xelîl Şewbaş, Îsamîl Şerîf Zade, Ebdullah Meînî, Mele Awara (Mele Ehmed Kurdê Mele Mihemed Emîn Homed), Mele Rehîm Wertê (Mîrza Ehmed), Salih Lacanî radestî rêxistina istîxbarata ewlehiya neteweyî ya Îranê (Safak) kirin.

Bi fermana istîxbarata Tirkiyê, PDK'ê sala 1971'an de sekretêrên giştî yên PDK'ê  Seîd Alcî û Dr. Şivan kuştin.

DI SALA 1975'AN DE ÇI QEWIMÎ?

Piştî wefata Mistefa Barzanî, Mesûd Barzanî gihişt ser desthilata partiyê, wî xeta partiyê ya tunekirina mûxalifan, partiyên kurdî yên ku ji bo doza kurdî tê dikoşiyan domand. Partiyê di navbera salên 1980-1982'yan de li tankên Îranê siwar bû û li dijî Qasimlo (Partiya Demokrat a Kurdistanê-Îranê) şer kir. Piştî avakirina parlamentoya Başûrê Kurdistanê di sala 1992'yan de li tankên Tirkiyê siwar bû û li dijî PKK'ê şer kir

Dîsa jî di sala 1996'an de li kêleka Sedam Hisên li dijî YNK'ê şer kir ku di encama vî şerî de 25 hezar Kurd hatin qetilkirin û 57 hezar jî penaberî Îranê bûn.

Siyasetên PDK'ê li vir sînordar nema, ji wê zêdetir di sala 1997'an êrişî nexweşxanyeke li Hewlêrê ku  gerîlayên PKK'ê lê tedawî dibûn kir, di encamê de zêdetir 100 gerîla şehîd bûn, bermahiyên vê êrişî hatin veşartin û heta niha tu kes nizanî cenazeyên wan li ku derê ne.

Êrişa yekemîn a dewleta Tirk a li dijî PKK'ê ku di 25'ê Gulana 1983'yan de dest pê kir, bi hevkariya PDK'ê de pêk hat. Di 5'ê Tebaxa 1991'an de PDK'ê bi awayekî raste rast li kêleka dewleta Tirk beşdarî êrişên li dijî PKK'ê bû, ku wê demê bi serkêşiya general Dogan Gurş dest pê kiribû. Piştre beşdarî êrişa li ser herêma Xakûrkê bû ku di Cotmeha sala 1992'yan de dest pê kiribû. Disa jî PDK'ê beşdarî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên 21'ê Adara 1995'an, Gulana heman salê, Nîsana 1996'an, Çileya 1997'an, Gulana 1997'an, Tîrmeha 1997'an û yên heta niha bûn.

Ya balkêş ew e ku istîxbarata Tirk di destpêka 2003'an de derbasî herêm û bajarên Başûrê Kurdistanê bû û hayê PDK'ê jê heye. Her wiha dewleta Tirk bi dehan baregehên leşkerî û istîxbaratî li xaka Başûr ji deriyê sînor ê Xabûr heta rojhilat, Batûfa , Bamernê, Amêdiyê û Dêralokê û Şêladizê ava kirine. Li aliyekî din jî PDK'ê peymanên bazirganiyê, di nav de peymana sala 2013'an a derbarê petrolê de b dewleta Tirk re îmze kirin. Neçîrvan Barzanî ku wê demê serokwezîrê hikumeta Başûrê Kurdistanê bû di Hezîrana 2014'an de ev peyman eşkere kir.

Tevgerên PDK'ê û hevkariya wê ya bi dijminê gelê Kurd re li vir sînordar nema, lê di êrişên çeteyên DAIŞ'ê yê 3'yê Tebaxa 2014'an ên li ser Şengalê de eşkere bûn. Dema ku çeteyên DAIŞ'ê êriş bir ser Şengalê  hêzên PDK'ê ji Şengalê vekişyan û Êzidî bê parastin û bi komkujî, koçberî û revandinê re hiştin. Ne ji mudaxeleya HPG, YPG û YPJ'ê bûye dê civka Êzidî ya Şengalê hatiba qirkirin. Di 9'ê Cotmeha 2020'î de bi hikumeta Iraq re li ser rêvebirina Şengalê peyameke îmze kir, ku armanc jê têkbirina rêveberiya wê ya xweser e ku bi berdêlên giran hatiye avakirin.

Hêzên PDK' ê ne tenê ji Şengalê vekişiyan, lê belê di 17'ê Tebaxa 2014'an de dema ku DAIŞ'ê êriş kir ji derdora Wargeha Mexmûrê jî vekişyan. Dîsa jî hêzên gerîla wargeh parastin û xwe kirin mertal da ku derbasî Hewlêrê nebin. Ji ber vê berxwedaniya gerîlayan, Mesûd Barzanî çû gel gerîlayan û spasiya wan kir. Piştî vê spasiyê PDK'ê di Hezîrana 2019'an de ambargo li ser Mexmûrê ferz kir ku hîna berdewam dike.

Di 16'ê Hezîrana 2020'an de PDK'ê bi awayekî aktîv beşdarî êrişa Tirkiyê ya li ser Tevgera Rizgariya Kurdistanê bû, lê vê carê bi awayekî cûda bû. PDK'ê bi fermana istixbarata Tirkiyê HPG'ê li Herêmên Parastinê yên Medyayê dorpêç kirine û hêzên taybet ên Gulan û çeteyên Roj şandin Zînê Wertê, Garê û Herêmên Parastinê yên Medyayê.

ARMANCÊN TIRKIYÊ Û PDK'Ê HEVPAR IN

Koma Civakên Kurdistanê (KCK) gelek caran bang li PDK'ê kir ku bi planên Tirkiyê yên bi armanca tunekirina gelê Kurd û doza wê neyên xapandin. Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik 27'ê Çileya 2021'an di hevpeyvînekê li gel Bernameya Taybet a Stêrk Tv de axivîbû: " Daxwazê ji PDK’ê dikin ku soz bidin ku sîxûriyê ji Tirkiyeyê re nekin. Xizmeta siyaseta qirkirinê nekin. Divê ew jî soza vê yekê bidin. Eger ku soza vê bidin, wê demê wê çareseriya pirsgirêkên heyî hê rehetir pêk bên. Daxwaza me ji gelê me jî ew e ku di vê mijarê de li ser vê yekê bisekine."

Siyasetên PDK'ê bandoreke rasterast li rewşa jiyanî, perwerde û xizmetguzarî ya Başûrê Kurdistanê kir. Li hemberî vê yekê bi dehan xwepêşandan li dijî PDK'ê li dar ketin.

Serokê Tevgera Nifşê Nû Şasiwar Ebdulwahîd 29'ê Çileyê di daxuyaniyekê de gotibû: "Dema ku yek bi nezanî hikum bike, hewl dide bi hemû derfetan gel bike wekî xwe, tişta ku Partiya Baas di wê demê de nekir, malbata serwer niha dike, cara yekemîn di dîroka vê herêmê de hikumeteke ku kurdan hikum dike, dizek, xerab, xemsar û rûreşiyê dike."

Ji kiryarekî din ên PDK'ê, hevkariya rasterast a bi dewlet Tirk re di êrişên dagirkirina Başûrê Kurdistanê de ye ku ji 23'yê Nîsanê ve dest pê kirine. Di vir de, hêzên PDK'ê sewqiyetên xwe ber bi Herêmên Parastinê yên Medyayê ve şandin. KCK’ê di 6'ê vê Hezîranê de bi daxuyaniyekê ragihand ku PDK'ê hewl dide dagirkeriyê Tirk ji têkçûnê rizgar bike û armanca PDK’ê û dewleta Tirk êdî bûne yek."

'KIRYAR GOTINAN DEREW DERDIXE'

PDK'ê idîaya netewebûyînê dike, dibêje ku hewl dide "Têkiliyên biratî, piştevanî û tevkariyê bi tevahî partî, rêxistinên demokratîk û aştiyane û kurdên li derve re xurt bike da ku armancên neteweyî yên rewa bi rêbazên aştiyane pêk bîne û çanda diyalog, lêborînê di mala kurdî de belav bike û şer heram dike."

Heger rastî armancên wê wiha bin, çavdêr jî vê pirsê dikin: Çima PDK'ê xendekan dikole û qereqolan li dirêjahiya xeta sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê ava dike? Çima hêzên xwe yên taybet dişîne Herêmên Parastinê yên Medyayê, da ku tevgera gerîlayan ên ku Başûrê Kurdistanê diparêzin asteng bike?

ARMANCEKE DIN

Li gorî PDK'ê idîa dike armanca wê; tevahî herêmên Başûrê Kurdistanê yên hatine qutkirina li gorî madeya 140 a destûra Iraqa federal  veqetin û sînorê xwe li ser vî bingehê tesbît bike.

Li vir jî çavdêr vê pirsê dikin; heger armanca wê wisa be, çima piştî referandomê, dema ku artêşa Iraqê û Heşid El-Şabî derbas bû, dev ji Kerkûkê berda, çima bi hikumeta Bexdayê re li ser Şengalê peyman îmze kir, çima bi dewleta Tirk re ji bo dagirkirina Başûrê Kurdistanê dibe hevkar?

(bb)

ANHA