​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê: Hebûna gerîla bi hebûana gelê Kurd ve girêdayî ye

Şêniyên navçeya Dirbêsiyê bang li hikumeta Hewlêr û Bexdayê kir ku helwesta xwe der barê êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk de nîşan bidin û got: "Hebûna gerîla bi hebûna gelê Kurd ve girêdayî ye".

​​​​​​​Şêniyên Dirbêsiyê: Hebûna gerîla bi hebûana gelê Kurd ve girêdayî ye
8 hezîran, 2021   03:07
HESEKÊ

Duh li navçeya Dirbêsiyê ya kantona Hesekê meşek ji bo şermezarkirina êrişên dagirkirinê yên dewleta Tirk ên li ser Başûrê Kurdistanê hate lidarxistin.

Şêniyên beşdarî meşê bûn, nêrînênê xwe ji ANHA`yê re parve kirin. Şêniyan got, armanca dewleta Tirk derxistina tevlîheviyê di navbera gelê Kurd de ye.

Şêniyê bi navê Hemîd Şêxmûs anî ziman ku divê gelê Kurd li her çar parçeyê Kurdistanê baş nas bike ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê derxistina tevliheviyê di navbera gelê Kurd de ye.

Şêxmûs îşaret pê kir ku ji beriya çend mehan ve dewleta Tirk a dagirker êrişî Avaşîn, Metîna û Zapê yên Herêmên Parastinê yên Medyayê dike û got: "Armanca dewleta Tirk ji van êrişan gelê Kurd qir bike û PKK`ê tune bike ya ku ev çend salin têdikoşe. PKK`ê bi îrade û berxwedana xwe li çiyayên Kurdistanê bi ser dikeve. Ji ber vê yekê hebûna gerîla bi hebûna gelê Kurd ve girêdayî ye."

Şêniya bi navê Recaa Mihemed destnîşan kir ku êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê hedefkirina fikir û felsefeya azad e û got, ew ê li qadan bin û çalakiyan lidarxînin heta ku êrişên dagirkeran bisekinin.

Reca di axaftina xwe de bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê û hikûmeta Iraqê kir ku ji bêdegiya xwe derkevin û êriş û komkujiyên dewleta Tirk bisekinînin.

Her wiha şêniya bi navê Cîhanê Mihemed êrişên li ser wargeha Mexmûr û Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin û got "Berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê berxwedaniyeke lehengî û dîrokî ye. Bi çekên sivik li hember dewleta Tirk a dagirker ku çekên NATO`yê bikar tîne disekine."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/QNG0yz2j4lY" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>