Li rojhilatê Dêrazorê kesên nenas gule berdan ciwanekî

Li bajarokê Zîban ê rojhilatê Dêrazorê kesên nenas ku li ser motorsîklêtekî bûn,  gule berdan ciwanê bi navê Ehmed El-Bisîs El-Xedîr.

Li rojhilatê Dêrazorê kesên nenas gule berdan ciwanekî
7 hezîran, 2021   12:47
DÊRAZOR

Di encama bûyerê de Ehmed El-Xedîr bi giranî birîndar bû û niha li nexweşxaneya herêmê tê dermankirin.

Hate zanîn ku kesên gule berdane El-Xedîr, yekser ji cihê bûyerê reviyane.

ANHA