Şêniyên herêma Cizîrê êrişên li dijî kampa Mexmûr û Başûrê Kurdistanê şermezar kirin

Şêniyên herêma Cizîrê ji bo şermezarkirina hedefgirtina kampa Mexmûr û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Başûrê Kurdistanê daketin qadan, şêniyan piştgiriya hêzên PDK`ê ji dagirkeriya Tirk re şermezar kirin.

7 hezîran, 2021   12:42
NAVENDAN NÛÇEYAN

Şêniyên navçeya Til Temirê ya kantona Hesekê û koçberên Serêkaniyê yên li kampên Serêkaniyê û Weşûkanî dimînin, şêniyên navçeyên Tirbespiyê û Girkê Legê yên kantona Qamişloyê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina kampa Mexmûrê şermezar kirin.

Artêşa Tirk a dagirker ji 23`yê Nîsanê ve bi armanca qirkirinê û dagirkirinê êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê dike.

Her wiha roja şemî jî balafirên artêşa Tirk a dagirker rasterast kampa Mexmûrê (Wargeha Rustem Cudî) bombebaran kir ku koçberên Bakurê Kurdistanê lê dimînin.

TIL TEMIR

Îro bi sedan şêniyên navçeya Til Temir û endamên saziyên sivîl, partiyên siyasî li pêşiya Meclisa Malbatên Şehîdan a li naverasta bajêr kom bûn û li dijî êrişên dagirkeriya Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yên Başûrê Kurdistanê û hedefgirtina kampa Mexmûrê meşiyan.

Şêniyan di meşê de alên partiyên siyasî hildan, berxwedana gerîla silav kir.

Meş li dawiya Kolana Filistînê bi dawî bû û veguherî mitîng. Di mitîngê de bi navê Kongreya Star a Til Temirê endama rêveber Meryem El-Ebdullah axivî.

Meryem got dewleta Tirk li ber çavên civaka navneteweyî lihevkirin û qanûnên navneteweyî binpê dike. Meryem ev bêdengiya li hemberî êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û kampa Mexmûrê şermezar kir.

Meryem diyar kir ku armanca êrişên ku bi hinceta şerê terorê tên kirin, qirkirina gelê Kurd û tunekirina Tevgera Rizgariya Kurdistanê ye.

KAMPA SERÊKANIYÊ

Li Kampa Serêkaniyê koçberan bi girseyî derketin û êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê û Kampa Mexmûr şermezar kirin.

Koçberan alên Kongreya Star û Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) hildan.

Meş ji destpêka kampê dest pê kir û li dawiya wê bi dawî bû. Paşê bi navê Meclisa Kantona Hesekê  Ebdurezaq Mihemed axivî û hedefgirtina kampa Mexmûr û êrişên li dijî Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Bi navê Meclisa Kampa Serêkaniyê Fedîle Hesen axivî û sûcên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî wan herêman û herêmên dagirkirî bi sûcên şer ên li dijî mirovahiyê bi nav kirin. Fedîle bang li rêxistinên hiqûqî û yên mirovî kir ku rê li pêşiya van êrişan bigirin û sivîlan biparêzin.

KAMPA WAŞÛKANÎ

Di heman çarçoveyê de bi sedan koçberên Serêkaniyê yên di kampa Waşûkanî de li pêşiya meclisa kampê kom bûn û wêneyên rêber Abdullah Ocalan, ala Kongreya Star û PYD`ê hildan.

Meşvan ber bi deriyê veguhestinê yê kampê ve çûn. Di meşê dirûşmeyên silavkirina berxwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dewleta Tirk hatin berzkirin. Meş li deriyê veguhestinê veguherî mitîngê. Di mitîngê de Hevseroka Kampa Waşokanî Hêvîn Ebdo daxuyaniyek da. Di daxuyaniyê de êrişên li ser wargeha Mexmûr û êrişên dagirkirinê yên li ser çiyayên Kurdistanê hatin şermezarkirin.

Di daxuyaniyê de hate pişterastkirin ku êriş xeteriyê li ser tevahî gel û erdnîgariya Kurdistanê çêdike, dewleta Tirk dixwaze şerê kurdî – kurdî çêbe û ji ber wê jî divê PDK`ê li pey planên dewleta Tirk ve neçe.

Her wiha di daxuyaniyê de operasyonên leşkerî yên dewleta Tirk û destekdayîna hikûmeta Başûrê Kurdistanê ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê re hatin şermezarkirin û bang hate kirin ku li hember êrişên qirkirinê û dagirkirinê ku dewleta Tirk pêk tîne, bisekinin. Meş bi dirûşmeyên silavkirina bexwedana gerîla û şermezarkirina êrişên dagirkeran, bi dawî bû.

TIRBESPIYÊ

Bi dehan malbatên şehîdan ên navçeya Tirbespiyê meşek li dar xist. Di meşê de wêneyên şehîdan û pankartên bi nivîsa "Şoreşa me rûmeta me ye”, “Em ê rûmeta xwe biparêzin" hatin hildan.

Meş ji pêşiya navenda Kongreya Star dest pê kir. Di meşê de dirûşmên şermezakirina êrişên dewleta Tirk, bangên berxwedan û yekitiyê li hember êrişan û şermezarkirina bêdengiya navneteweyî hatin berzkirin.

Meş li navenda ciwanan a rojavayê navçeyê veguherî mitîngê. Di mitîngê de endamê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Tirbespiyê Nûredîn Şakir destnîşan kir ku dewleta Tirk dixwaze gelê Kurd qir bike û armanca wê ji êrişên li ser Başûrê Kurdistanê ku îradeya gelê Kurd têk bibe.

Her wiha diyar kir ku hevkariya hin aliyên Kurdî bi dewleta Tirk re ji aliyê gelê Kurd ve nayê qebûlkirin û dewleta Tirk bûyerên ku di salên 90`î yên sedsala borî de dûbare dike û şerê kurdî – kurdî derdixe.

Şakir bang li gelê Kurdistanê li hemû cîhanê kir ku li dijî siyaseta dewleta Tirk a qirêjî derkevin û bang li civaka navneteweyî kir ku sînor ji sûcên dewleta Tirk li dijî dewletên derdor re dayne.

GIRKÊ LEGÊ

Bi sedan şêniyên navçeya Girkê Legê û gundewarên wê tev li meşa li dijî êrişên dewleta Tirk bûn. Meş ji qada şehîd Xebat Dêrik dest pê kir. Di meşê de dirûşmên şermezarkirina dagirkeriyê, hatin berzkirin.

Meş li navenda navçeya veguherî mîtîngê. Di mîtîngê de Tacedîn Ferho got, bila dijmin baş zanibe ku ew li ser xaka xwe li ber xwe didin û dê li hember dagirkeran bisekinin.

Meş bi dirûşmên şermezarkirina dewleta Tirk û silavkirina berxwedana gerîla bi dawî bû.

(şx-bx)

ANHA