Li Hewlêrê çalakiya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk

Li Hewlêrê êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk li ber parlamentoyê hatin şermezarkirin. Çalakgeran xwest leşkerên dewleta Tirk ji herêmê bên derxistin.

Li Hewlêrê çalakiya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk
7 hezîran, 2021   12:12
NAVENDA NÛÇEYAN

Ji 23'yê Nîsanê ve li ser herêmên Başûrê Kurdistanê êrişên dagirkeriyê dewam dikin. Êriş li gundan tên kirin û gun têne valakirin. Hikumeta Başûrê Kurdistanê jî li ber vê yekê bê deng e.

Li dijî êrişên dagirkeriyê, nerazîbûna li Başûrê Kurdistanê mezin dibe. Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) li dijî êrişên dagirkeriyê û li hemberî hebûna leşkerî ya li herêmê, li ber parlamentoyê çalakiyeke şermezarkirinê li dar xist.

Bi navê çalakgeran daxuyaniyek hate dayîn û wiha hate gotin: "Peymana navbera Iraqê û dewleta Tirk a li ser ewlehiya sînorê divê bê betalkirin û li dijî dagirkeriya dewleta Tirk sînor bê parastin. Divê dewleta Tirk ji Herêma Kurdistanê bê derxistin."

Di daxuyaniyê de binpêkirina hiqûqa navneteweyî, xisara li xwezayê hatiye kirin û birîna daran hate bibîrxistin û hate ragihandin ku ev yek sûcê şer e. Çalakgeran xwest xweza bê parastin û ji dewleta Îranê jî hate xwestin ku dawî li binpêkirinan bîne.

Di daxuyaniya KKP'ê de hate gotin: "Ji ber rêveberiya nebaş a Herêma Kurdistanê, maf û azadî rojane têne binpêkirin. Mûçeyên xebatkar û teqawîtbûyiyan têne kêmkirin. her wiha buhayê alavan hatiye zêdekirin û bac zexteke giran li şêniyan dike."

Partiya Komunîst piştî daxuyaniyê daxwazên xwe yên li dijî êrişên dagirkeriyê û yên ji bo mafên karkeran radestî parlamentoyê kirin.