PYNK`ê êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin

PYNK`ê bi armanca şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê daxuyaniyek da raya giştî û bang li gelê Kurd û partiyên siyasî kir ku li hemberî destwerdanên dewleta Tirk a dagirker bisekinin.

PYNK`ê êrişên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê şermezar kirin
7 hezîran, 2021   11:51
KOBANÊ

Daxuyanî li Qada Jina Azad a Kobanê hat dayîn. Bi dehan endam û rayedarên Partiyên Yekitiya Nîştimanî ya Kurdî (PYNK) yên herêma Firatê tev lê bûn.

Daxuyanî ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurd li Sûriyê Gêlo Îsa ve hat xwendin. Daxuyanî wiha ye:

“Em wek partiyên konevanî yên li herêma Firatê êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Kampa Mexmûrê û çiyayên Kurdistanê bi tundî şermezar dikin.

Li gorî qanûnên navneteweyî mafê çarenivîsê mafekî rewa ye. Her neteweyek bi hêsanî dikare mafên xwe wergire. Lê gelê Kurd li tevahî beşên Kurdistanê ji bo wî mafî her tê dikoşe ta rojekê ew jî wekî tevahî neteweyên din ên di Rojhilata Navîn de maf û azadiya xwe bi dest bixe. Lê dijmin dixwazin Kurdan wekî kole bê hestên nîştimanî bihêlin, ji ber vê yekê her çirûsek ji bo azadiya Kurdan li devereke Kurdistanê diyar dibe, ji aliyê artêşa Tirk a dagirker a hovane ve ew ronahî dikeve bin gefan.

Dewleta Tirk ji serdema Osmanî ve, ta roja îro her gelê Kurd kiriye armanca kiyarên xwe yên qirêj û di wê yekê de domdar e. Di dema dawiyê de artêşa Tirk bi erêkirina PDK'ê hovîtiya xwe li çiyayên Kurdistanê berdewam dike. Lê cihê xemgîniyê ye ku Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) li dewsa li pêş hovîtiya dewleta Tirk bisekine û serweriya Başûrê Kurdistanê biparêze, dibe hevkarê artêşa dagirker di kiryarên wan de. Di 5'ê Hezîrana 2021'an de, çekdarên girêdayî PDK'ê bi mabesta ku rewşê li gerîla tengav bikin tevgerek li çiyayên Metîna lidarxistin. Di encamê de pênc cekdarên PDK'ê jiyana xwe ji dest dan. Ev pîlanekî sazkirî bû ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve. Dagirkeriya Tirk erebeya wan kir armanc, vêca tewan jî baş hatibû amadekirin ku têxin situyê hêza gerîla. Ev pîlan metirsiyeke mezin e li ser destkeftiyên gelê Kurd li Başûr û Rojavayî Kurdistanê ye. Hişariyak ji bo van pîlanan ji civaka me pêwîst dike.

Em Partiyên Yekitiya Nîştimanî yên Kurdî yên herêma Firatê bi tundî hemahengiya PDK'ê li gel dagirkera Tirk a li dijî şervanên azadiyê şermezar dikin. Her wiha em bang li tevahî gelê Kurd û hêzên wê yên siyasî û civaka sivîl dikin, bi taybetî gel û hêzên kurdî ên Başûrê Kurdistanê ku bi erkên xwe yên dîrokî rabin, rê li planên Tirkan bigirin û li pêş destwerdanên artêşa Tirk a li ser Başûrê Kurdistanê bisekinin.  Dewleta Tirk hewl dide ku şerekî navxweyî derxe holê û ewlehî û aramiya heyî di nava civaka me de têk bibe. Her wiha em bang li hikumeta Başûrê Kurdistanê dikin ku statuya li herêmê hatî avakirin û serweriya wê ji dagirkeriya Tirk biparêzin û dewleta Tirk wekî degirker nîşan bidin.”

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/WmIfsjXIrW0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>