Li herêma Cizîrê 3 hezar xwenedarkên refa 9’an tevlî ezmûnan bûn

Îro cara yekemîn li herêma Cizîrê 3 hezar û 66 xwendekarên refa 9’an tevlî ezmûnan dawiya salê bûn.

Li herêma Cizîrê 3 hezar xwenedarkên refa 9’an tevlî ezmûnan bûn
7 hezîran, 2021   09:14
QAMIŞLO

Ji dema ku Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya Rêveberiya Xweser materyal bi zimanê dayikê derbasî pergala xwendinê kirine, li herêma Cizîrê ev cara yekemîn e ku xwendekarên refa 9’an ezmûnan bi zimanê dayikê dikin.

Desteyê li herêma Cizîrê li Hesekê, Dirbêsiyê, Qamişlo û Girkê Legê 64 navendên ezmûnan vekirin.

/ar/uploads/files/2021/06/07/081328_qamislo-ezzmumn-28129.webp

Ezmûn li gel girtina tedbîrên xweparastinê ji vîrusa Koronayê pêk tên. Desteya Perwerde û Fêrkirinê ya herêma Cizîrê bi koordîneya Desteya Tenduristiyê re nuqteyeke tenduristiyê li her navendekê amade kir û ji bo her dibistanekê 2 endamên Hêzên Ewlekariya Hundirîn hatin veqetandin.

Ezmûnên refa 9’an dê heta 24`ê mehê berdewam bikin.

Duh 3 hezar û 172 xwendekarên refa 12’an bi her du beşên zanistî û wêjeyî ezmûnên dawîn kirin. Ezmûnên beşa zanistî dê heta 27`ê Hezîranê berdewam bikin û yên beşa wêjeyî dê 23`yê Hezîranê bi dawî bibin.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/nes486NC7ho" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>