Fermandarekî pêşmergeyan: Balafiran wesayîta pêşmergeyan bombebaran kiriye

Fermandarê pêşmergeyan Qadir Xoranî li ser êrişa li Metînayê ya  dijî wesayîteke pêşmergeyan got “Wesayîta pêşmergeyan a li çiyayê Metîna ji aliyê balafireke şer an jî balafireke bêmirov ve hatiye bombebarankirin. Wesayît ji jor ve hatiye bombebarankirin.”

Fermandarekî pêşmergeyan: Balafiran wesayîta pêşmergeyan bombebaran kiriye
7 hezîran, 2021   09:11
NAVENDA NÛÇEYAN

Roja 5’ê Hezîranê çekdarên PDK’ê êrişî kampeke gerîla ya li herêma Metîna kiribû. Dema ku wesayîtên zirxî yên pêşmergeyan ber bi Metînayê ve bi rê ketin, teqînek çêbû. Wesayîtek zirxî ya pêşmergeyan bû hedef. Di wan kêliyan de jî liv û tevgera balafirên dewleta Tirk li ser herêmê bê navber hebû.

Li gorî çavdêrên siyasî û pisporên leşkerî, wesayîta leşkerî ji aliyê balafirên şer yan jî SÎHA’yên dewleta Tirk ve hatiye bombebarankirin. Ragihandina PDK’ê jî destpêkê hemû nûçeyên xwe, wekî ku balafirên şer ên dewleta Tirk hêzên pêşmerge bombebaran kir, belav kirin. Lê piştî demekê nûçeyên xwe guherandin.

Qadir Xoranî demek dirêj e fermandar e û niha jî di nava Wezareta Pêşmergeyan de fermandariyê dike.

Fermandar Qadir Xoranî li ser hesabê xwe yê Facebook, bal kiaşnd ser êrişa li Metînayê ya li dijî hêzên pêşmerge. Qadir Xoranî got wesayîta zirxî ya pêşmergeyan ku 5’ê Hezîranê hate hedefgirtin, ji aliyê balafirên F-16 an jî balafirên bêmirov ve hatiye bombebarankirin.

Xoranî got: “Ez bi xwe li wê wesayîta zirxî siwar bûme. Ev wesayîta zirxî gelekî qayîm û bi hêz e. Tu şopên guleyan li ser rexên wesayîta zirxî nîn in, eger bi moşekê jî êriş lê hatiba kirin, pêwîst bû her çar dora wesayîtê ketibana, yan jî tekerên wesayîtê parçe bibûna.

Li gorî axaftinên pêşmergeyên birîndar şer çênebû. Pêşmergeyên birîndar diyar kir ku ji esman ve êriş li wesayîta wan hatiye kirin. Li gorî wêneyan jî wisa diyar e; yan balafirên F-16 an jî balafireke bêmirov, wesayît bombebaran kiriye.”

Fermandar Qadir di dewama peyama xwe de got: “Li gorî min ev kiryara terorîstî, yan bi balafira F-16 yan jî balafira bêmirov, ji aliyê hêzeke terorîst ve li dijî pêşmergeyên Kurdistanê pêk hatiye. Armanca siyasî li pişt vê heye. Ev êriş bi pîlan e û armanca êrişê gurkirina şerê kurdkujî û wêrankirina herêma Kurdistanê ye.”

Her wiha HPG’ê jî bi daxuyaniyekê xwestibû ku heyetek lêkolînê were Metînayê û bûyerê lêkolîn bike.