Şêx û rûspiyên Dêrazorê: Em derfetê nadin ku kes bi ewlehiya me bilîze

Şêx û rûspiyên gundewarên rojhilatê Dêrazorê hewldanên derxistina fitneyê li Minbicê şermezar kirin û got “Em derfetê nadin ku kesî ku bi ewlehiya me bilîze.”

Şêx û rûspiyên Dêrazorê: Em derfetê nadin ku kes bi ewlehiya me bilîze
6 hezîran, 2021   11:54
DÊRAZOR

Şêx, rûspî û endamên eşîrên meclisên gundewarên Dêrazorê daxuyaniyek da. Daxuyanî ji aliyê şêxê eşîra El-Selman, Selah El-Îsmaîl ve li pêşiya meclisa gel a bajarokê Hecînê hate xwendin.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: "Em wek şêx, rûspî, meclis û saziyên xeta rojhilat kirinên îstixbaratên herêmê ku bi rêya çeteyên xwe dixwazin tevliheviyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê ku di nava aramî, ewlehî û azadiyê de dijî çêkin, şermezar dikin.

Bûyerên ku li bajarê Minbicê rû dan, ji cîhanê re diyar dike ku ew dewlet destwerdana herêmên me dikin. Ji ber wê jî em bang li tevahî cîhanê dikin ku wan kom û dewletên dixwazin tevliheviyê li herêmên me derxin, bisekinînin.

Em ji xaka Dêrazorê ji her kesê ku dixwazin bi ewlehî û xwîna şehîdên me re bilîze piştrast dikin ku em li pey Rêveberiya Xweser û fermandariya leşkerî QSD`ê ne.

Em planên ku li dijî gelê me li Bakur û Rojhilatê Sûriyê têne kirin, nas dikin. Ji ber wê em careke din piştrast dikin ku em yek gel in û çarenûsa me li hember çi destwerdanên ku tevliheviyê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi giştî çêdike, yek e."

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/LvEE8bP-c_4" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>