​​​​​​​Şêniyên herêma Cizirê: Em berxwedanê mezin bikin û xwedî li gerîla derkevin

Şêniyên herêma Cizîrê êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê hedefgirtina Mexmûrê şermezar kirin û piştrast kir dê têkoşînê mezin bikin û heta pêkhatina serkeftinê dê piştgiriya gerîla bikin.

​​​​​​​Şêniyên herêma Cizirê: Em berxwedanê mezin bikin û xwedî li gerîla derkevin
6 hezîran, 2021   11:50
 NAVENDA NÛÇEYAN

Artêşa Tirk a dagirker piştî ku li Garê di 14`ê Sibatê de bi bin ket vê carê bi armanca dagirkirinê ji 23`yê Nîsanê ve ji bejahî û hewayî ve êrişî herêmên Zap, Metîna û Avaşînê yên Başûrê Kurdistanê dike.

Ji bo şermezarkirina wan êrişan û topbarankirina kampa Mexmûrê (Wargeha Şehîd Rûstem Cudî) ya Başûrê Kurdistanê şêniyên bajarê Hesekê, navçeyên Amûde û Til Hemîsê yên girêdayî kantona Qamişloyê daketin qadan.

HESEKÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/-fuh5LIS85A" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi hezaran şêniyên Hesekê meşiyan û piştgiriya xwe ya bi hêzên gerîla re rave kir. Şêniyan topbarankirina kampa Mexmûrê ji aliyê dewleta Tirk ve li gel bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê ve şermezar kir.

Şênî li pêşiya çerxerêya Sînalko ya li taxa Til Hecer kom bûn, wêneyên rêber Abdullah Ocalan, alên Kongreya Star, Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD), Meclisa Malbatên Şehîdan û pankartên “Na ji xiyanetê re bijî têkoşîna gelan”, “Na ji dagirkeriyê re dem dema parastinê şoreşê ye” hildan.

Girseya gel berxwedana gerîla li çiyayên Kurdistanê ya li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker silav kir û êrişên dagirkeriyê şermezar kirin.

Meş li Parka Serok a li taxa El-Nasre rawestî û veguherî mitîngê. Di mitîngê de endama rêveber a Kongreya Star a kantona Hesekê Sozdar Efrîn axivî û berxwedana gerîla ya li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û destekdayîna hikumeta Başûrê Kurdistanê ji van êrişan re, şermezar kirin.

Sozdar Efrîn got: “Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) piştgiriya dewleta Tirk a dagirker dike. Lê ev êriş helbet dê bi bin bikevin mîna li Garê û Zapê bi bin ketine. Çi qas êrişên xwe zêde bikin nikarin vîn û hêza gerîla têk bibin.”

Her wiha Sozdar hedefgirtina kampa Mexmûrê şermezar kir û got: “Dewleta Tirk armanc dike projeya me ye demokratîk têk bibe. Ji lew re divê em li hemberî wan êrişan li ber xwe bidin da ku felsefeya rêber Abdullah Ocalan, gelan, jinên azad biparêzin û şoreşa xwe berdewam bikin.”

Sozdar banga berxwedana li hemberî êrişên dewleta Tirk û ev lê zêde kir: “Em di pêvajoyeke hesas re derbas dibin û nêzî pêkanîna armancên şehîdan dibin. Ji ber wê divê piştgiriya hev du bikin û li hemberî êrişên dagirkeriya Tirk û xiyaneta hikumeta Başûrê Kurdistanê bisekinin.”

Di dawiya meşê de şêniyan berxwedana gerîla ya li çiyayên Kurdistanê silav kir û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kir.

AMÛDE

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/crza5XgFwBs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên navçeya Amûde ji bo şermezarkirina êrişên domdar ên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hedefgirtina kampa Mexmûrê meşiyan.

Meş ji çerxerêya Jina Azad dest pê kir û li naverasta navçeyê bi dawî bû. Di meşê de şêniyan berxwedana gerîla silav kir û êrişên dewleta Tirk û bêdengiya hikumeta Başûrê Kurdistanê şermezar kirin.

Li Qada Şehîd Cîhad meş bi dawî bû. Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Amûdê Zîwer Elî axivî û êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û kampa Mexmûrê şermezar kirin û bi qirkirinê bi nav kir. Elî berxwedana gerîla û çalakiya mertalên zindî ya şêniyên Başûrê Kurdistanê ya li hemberî dagirkeriya Tirk silav kir.

Elî wiha berdewam kir: “Ev ne cara yekê ye ku dewleta Tirk û piştevanên wê Kurdan dikin hedef. Divê em piştgiriya gerîla bikin. Ji ber ku PKK nûnertiya me dike û em nûnertiya wê dikin. Dewleta Tirk ne tenê armanc dike gerîla tune bike lê belê armanc dike Kurdan qir bike û Kurdistanê dagir bike.”

Zîwer Elî di dawiyê de soza şopandina rêya şehîdan û piştgiriya berxwedana gerîla heta pêkanîna serkeftinê da.

TIL HEMÎS

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/JJx2vyA0HSQ" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên navçeya Til Hemîsê li pêşiya navenda trafîkê kom bûn da ku beşdarî xwepêşandanê bibin.  Di meşê de dirûşmeyên "Ji dagirkeriya Tirk re na" hatin berzkirin.

Hevserokê Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Til Hemîs Ehmed El-Ebawî diyar kir ku êrişên dagirkeriya Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê dewam dikin û hêzên gerîla li dijî êrişan berxwedaneke bêhempa raber dikin.

Endama Kongreya Star a navçeya Til Hemîsê Hilwe Hemze êriş û sûcên dewleta Tirk li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê yê ku di encamê de bi hezaran sivîl şehîd bûn û ji malên xwe koçber bûn, şermezar kir.

Hilwe piştrast kir ku armanca dewleta Tirk bi saya gerîlayan de pêk nayê û got: "Eger dagirker çiqas çekên qedexe û balafiran jî bi kar bîne, nikare vîna qehremanên me bişikîne."

Bi navê eşîrên Ereb ên Til Hemîsê Mecid El-Dehem anî ziman ku ew îro derketin qadan da ku êrişên dagirkeriyê li dijî hevalên wan li çiyayan şermezar bikin. El-Dehem dayikên şehîdan û berxwedana rêber Abdullah Ocalan silav kir.

Meş bi berzkirina sloganên şermezarkirina dagirkeriya Tirk bi dawî bû.

 

DIBÊSIYÊ

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8l1SnnuYkxs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Bi sedan şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê li dijî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê û hedefgirtina kampa Mexmûrê meşiyan.

Şêniyên her du navçeyan tevî endamên saziyên sivîl û leşkerî li çerxerêya Jina Azad a li naverasta navçeya Dirbêsiyê kom bûn. Beşdaran wêneyên rêber Abdullah Ocalan û alên PKK û PYD`ê hildan.

Meş li sûka navendî ya bajêr bi dawî bû. Bi navê şêniyên navçeyên Dirbêsiyê û Zirganê şêniyê bi navê Rustem Bekir axivî û got: “Dewleta Tirk ji sedan salan ve şer kurdan dike. Bi alîkariya xayînan û çeteyên sûrî, DAIŞ`ê hewl dide Başûrê Kurdistanê dagir bike û tevgera azadiyê ya Kurdistanê tune bike.”

Bekir wiha pê de çû: “Gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê van êrişên li dijî herêmên Metîna, Zap û Avaşînê red dikin. Divê dewleta Tirk bizane ku kurd dê her tim şopdarên fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan bin ku rastiyê û mafên gelê Kurd nas kirin.”

Bekir destnîşan kir ku dewleta Tirk bi armanca tunekirina kurdan li her çar parçeyên Kurdistanê HPG`ê dike hedef.

(şx-dm)

ANHA