Sedat Peker careke din têkiliyên Erdogan ên bi çeteyên li Sûriyê re eşkere kirin

Sedat Peker careke din agahiyên girêdayî destekdayîna Erdogan û xizmên wî yên ji koma Cebhet El-Nusra li Sûriyê ku di nava lîsteya terorê ya navneteweyî de ye, eşkere kirin.

Sedat Peker careke din têkiliyên Erdogan ên bi çeteyên li Sûriyê re eşkere kirin
6 hezîran, 2021   08:48
NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê mafyayê yê Tirk Sedat Peker duh dîmeneke nû belav kir û tê de behsa axaftina di navbera wî û yek ji xizmên serokê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan kir. Peker di dîmen de eşkere kir ku ew xizmê Erdogan çek şandine ji Cebhet El-Nusra re.

Peker li ser hesabê xwe ya Twitterê got: "Pêwendiya bi rêya telefonê ku min bi xwediyê şîrketa LazOil a belavkirina petrolê re û hevjînê keça birayê Erdogan; Serdar Ekşî re çêkir, têkildarî lêdana parlamenterekî di navenda polîsan de û sewqiyatên leşkerî ber bi Sûriyê ve."

Di meha borî de jî Peker di dîmenekî de gotibû Tirkiyê bi rêya şîrketa SADAT ku şîrketeke ewlehiya taybet e û ji aliyê mezintirîn şêwirmendên leşkerî yê Erdogan; Adnan Tanriverdi ve hatiye avakirin, çekan dişîne ji Cebhet El-Nusra re.

Her wiha di dîmena berê de Peker hevkariya di navbera berpirsên Tirk û Cebhet El-Nusra de eşker kir û tê de îşaret bi şandina destekdayîna leşkerî ji Tirkmenên Sûriyê re kiribû.

Peker di nava hefteyên borî de dîmen belav kirin û di wan de dosyayên gendeliyê ku destê xizmên Erdogan û partiya wî di wan de hebû, eşkere kir. Ji ber vê yekê jî tevliheviyeke mezin li Tirkiyê çêbûye û hin alî dixwazin lêpirsîn hebe da ku rastiya van tiştan nas bikin.

(bx)