Asta gola Firatê digihêje asta golên bendavan ên mirî

Teknîsyenê Odeya Operasyonan a Bendava Firatê Nesan Nebî diyar kir ku ava gola Firatê li gorî asta deryayê daket 298, 45 metreyan û got digihêje asta golên bendavan ên mirî.

Asta gola Firatê digihêje asta golên bendavan ên mirî
Asta gola Firatê digihêje asta golên bendavan ên mirî
Asta gola Firatê digihêje asta golên bendavan ên mirî
6 hezîran, 2021   07:10
TEBQA

Ji beriya 4 mehan ve dewleta Tirk para Sûriyê û Iraqê ji ava çemê Firatê qut kiriye. Ji Rêveberiya Giştî ya Bendavên Herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê Mihemed Terbûş di daxuyaniyekê de ji ANHA'yê re ku di 16'ê Gulanê de dabû û gotibû rêjeya ava ku digihêje xaka Sûriyê 185 metrekab di saniyekê de ye.

Ev rêje nagihêje nîvê para her du welatan ji ava çem, li gorî lihevkirina sala 1987'an ku di navebera Tirkiye, Sûriye û Iraqê de hatibû îmzekirin.

Li gorî lihevkirinê, divê rêjeya ava çemê Firatê li nuqteya sînorê Sûriyê-Tirkiyê (Cerablusê) ne kêmî 500 metrekab di saniyekê de be.

Girêdayê mijarê teknîsyenê di Odeya Operasyonan a Bendava de Firatê Nesan Nebî got: "Av niha pir kêm e, pêwîstiyên xebitandin û îstîsmarkirinê di mîna van deman di salê de bi cih nayîne, li gel wê dem mewsimê avdanê heye ku rêjeya ava ku ji çem ji bo avdanê tê kişandin, pir e."

Nebî diyar kir ku ji ber kişandina avê ji bo vexwarin û avdanê, asta her sê golan; Firat, Tişrîn û Huriyê kêm bûye û wiha domand: "Di 3'yê Hezîranê de asta gola Firatê 3 metre ji deryayê daket, ji dema qutkirina avê ve, kêmbûn daket 5 metreyan an ku rojane 5 cm kêm dibe ku digihêje asta golên bendavan ên mirî û di encamê de stasyonên kehrebe û avê yên bendavê ji xizmetê derdikevin."

HIŞYARÎ Û METIRSÎ

Nebî hişyarî da ku heger dewleta Tirk qutkirina avê li ser herêmê bidomîne dê piraniyên stasyonên avdanê û ava vexwarinê ji xizmetê derkevin û got: "Di encamê de dê karesteke aborî û mirovî çêbe ku azarê niştecihan zêdetir bike. Ev yek dê bandorê li derdora 7 milyon mirovên ku li rex çemê Firatê dijîn, bike. Dîsa dê bandorê li çandiniyê bike ku damarê sereke ya aborî herêmê ye.”

Nesan Nebî bal kişand ser qirêjeya ku ji ber kêmbûna ava çemê çêbûye û wiha axivî: "Em dibînin ku asta qirêjiyê di kanalîzasyonê û qada pêşesaziyê de ku xwe dispêrin ava Firatê zêde bûye, ev yek xetereyeke mezin li ser masiyan û tenduristiya şêniyan çêdike û belavbûna nexweşiyan zêdetir dike."

Têkildarî îdiayên ku dibêjin dewleta Tirk ava Firatê berdaye jî Nebî ev yek piştrast kir: "Ji destpêka îsal ve tiştekî wisa çênebûye. Armanc ji van îdiayan daxwazên gelên herêmê yên mafê xwe yê wergirtina ava Firatê rawestînin."

Nesan Nebî di dawiya axaftina xwe de bang li sazî û rêxistinên navneteweyî kir ku dewleta Tirk neçar bikin ku ava Firatê berdin û peymanên têkildarî avê bi cih bîne.

ANHA