Balafirên bêmirov ku hewl da baregeha Eyn Esed bikin hedef, hatin bêbandorkirin

Çavkaniyên çapemeniyê yên Iraqê ragihand ku 2 balafirên bêmirov ku hewl da baregeha Eyn Esed a parêzgeha El-Enbarê bikin armanc, hatin bêbandorkirin.

Balafirên bêmirov ku hewl da baregeha Eyn Esed bikin hedef, hatin bêbandorkirin
6 hezîran, 2021   07:24
NAVENDA NÛÇEYAN

Şaneya Çapemeniyê ya Ewlekariyê îro diyar kir ku 2 balafirên bêmirov ku hewl da baregeha Eyn Esed a Hêzên Koalîsyona Navneteweyî bike armanc, xistine xwarê.

Şaneyê di daxuyaniyekê de ku li ser Twitterê weşandibû, da zanîn ku pergala parastina hewayî ya baregeha Eyn Esed a hewayî li parêzgeha El-Enbar, îro seat di 00.30'an de rê li ber 2 balafirên bêpîlot girt û ew anîn xwarê.

(dm)