​​​​​​​Ferhad Baqir: Paşguhkirina sûcên şer ên dewleta Tirk durûtiyeke navneteweyî ye

Hiqûqnas Ferhad Baqir diyar kir ku dewleta Tirk a dagirker hemû qanûnên NY û lihevkirinên navneteweyî binpê dike û bi taybet jî xalên lihevkirinê yên Peymana Cinevê yên parastina sivîlan û milkên wan di dema şer de.

​​​​​​​Ferhad Baqir: Paşguhkirina sûcên şer ên dewleta Tirk durûtiyeke navneteweyî ye
6 hezîran, 2021   08:17
KOBANÊ - NÎHAD KERHO

Dewleta Tirk a dagirker ji dema ku herêmên li Bakurê Sûriyê dagir kirine, bi taybet bajarê Efrînê, siyaseta koçberkirina şêniyan, bicihkirina çeteyên sûrî û yên biyanî li şûna wan, desteserkirina milkên şêniyên resen û revandina sivîlan didomîne.

Dewleta Tirk bi sûcên ku li herêmên dagirkirî pêk tîne, careke din îsbat dike ku rêzê ji qanûnên têkildarî parastina mafên sivîlan re nagire, bi taybet madeyên lihevkirinê yên 4`an ên Cinêvê yên 1949`an û piştre 1993`yan ji aliyê Konseya Ewlehiyê ya Neteweyên Yekbûyî (NY) ve hatin îtîrafkirin ku divê aliyê peyman îmze kirine, pabendî peymanê bin.

Hiqûqnas Ferhad Baqir der barê mijarê de got: “Mixabin di warê pêkanîna qanûnên navneteweyî de burokrasiyeke tevlihev tê kirin, ji ber wê xwediyên maf nikarin bigihêjin mafên xwe. Heta şertên gilîkirinê li dadgehan jî gelek girêk in. Dewleta Tirk ji destpêka dagirkirinê ve demografiya herêmê diguhere, nahêle çalakvan kar bikin û bi piştgiriya çeteyên xwe yên îslama radîkal ên çekdar wan çalakvanan digire. Her wiha avahiyên mêtingeriyê ava dike û malbatên wan çeteyan tê de bi cih dikin.”

Baqir wiha domand: “Bûyerên li herêmên dagirkirî rû didin, li dijî hemû qanûnên NY û lihevkirinên navneteweyî ne. Nexasim lihevkirina 4`an a Cinevê ya sala 1949`an a bi naveroka di dema şer de dema dewletek herêmeke din dagir kir, divê qanûnên navneteweyî pêk bîne, ewlehiya pêkhateyên wê herêmê biparêze. Hêmanên jiyanê û tenduristiyê ji wan re pêşkêş bike. Sivîlan anku şêniyan ji ber girêdana siyasî yan jî civakî dadgeh neke. Lê niha NY ji bo pêkanîna berjewendî û ajandeyên dewletên dagirker van qanûnên xwe paşguh dike û demografiya herêmê diguhere.”

Baqir gotinên xwe wiha domandin: “Li gorî madeya 70`yan a lihevkirina Cinevê ya 1949`an, nabe tu dewleteke dagirker di şer de tu kesekî ji çi pêkhateyê be ji ber girêdana siyasî yan jî partiyê darizîne. Lê mixabin dewleta Tirk van biryaran binpê dike.”

Baqir destnîşan kir ku heta guhertina demografiya li herêmê, bi çavdêriya rêxistinên ku îdia dikin xêrxwazî ne pêk tê, piştî ku NY’yê û rêxistinên navneteweyî rewşa wan herêmên paşguh kir û wiha domand: “Mîna rêxistina Destên Spî (El-Eyadî El-Beyda) ku zêdetirî 50 rêxistinên navneteweyî desteka wê dikin, rêxistina Afad a Tirkiyê ku çavdêriya gelek rêxistinan dike ku rolek di avakirina mêtingehan de dilîzin."

‘DIVÊ RÊXISTIN HESAB JI SÛCDARAN BIXWAZE’

Baqir anî ziman ku ji aliyê qanûnî ve divê rêxistinên hiqûqî bi taybet ên girêdayî NY`yê rêzê ji qanûn û biryarên wê re bigirin, hesabê ji kesên sûcdar bixwazin û wiha lê zêde kir: “Ji aliyê siyasî ve paşguhkirin tê wateya ku durûtiyeke navneteweyî heye ku bi ajandeyên wan ve girêdayî ye û li ser hesabê gelê Sûriyê pêk tê.”

‘KOÇBERKIRINA XWEDIYÊN RASTEQÎN ÊN XAKÊ SÛCEKE ŞER E’

Girêdayî mekanîzmaya rêgirtina li pêşiya guhertina demografiyê Baqir got: “Em dikarin sûcên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê belge bikin û bigihînin navenda biryara siyasî ya navneteweyî û rêxistinên navneteweyî yên têkildar. Her wiha em dikarin bigihînin saziyên navneteweyî yên biryarên navneteweyî pêk tînin mîna Human Rights Watch û bînin bîra rêxistinên li ser xakê ku erkên xwe yên li hemberî sivîlan pêk bînin.”

Baqir gotinên xwe wiha domand: “Divê guhertina demografîk bi dîrok û cih were belgekirin ku li herêmên dagirkirî nexasim li Efrînê pêk tê. Navên xwediyên rastîn ên xakê werin belgekirin, li ku ne, çima hatine koçbekririn, ji ber kê koçber bûne, ji ber ku ev sûc li dijî mirovahiyê ne. Bi taybet ku komên çekdar ên radîkal desthilata xwe ferz dikin, sivîlan anku xwediyên xakê digirin, ev jî sûcekî şer e. Ji ber vê yekê divê hesab ji dewleta Tirk were xwestin û sûcên wê werin rawestandin.”

Girêdayî rola partiyên siyasî yên kurdî ya ji bo rawestandina guhertina demografiyê Baqir ev yek da xuyakirin: “Sûcên li herêmên dagirkirî rû didin, berpirsyariyeke mezin li ser milê partiyên siyasî ye ku pêwîst e bibin yek da ku azarên gelê xwe ragihînin qadên navneteweyî. Hiqûqnas jî dikarin dengê xwe bilind bikin û li hemberî vê trajediya mirovî bisekinin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/8rgeFh8yqk8" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>