Bi dîmen û wêne encama topbarana hovane ya li dijî gundê Kilotê

Di çend rojên borî de, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî gundê Kolîtê yê navçeya Şêrawa kir. Di encamê de keça 14 salî Zeyneb Hisên Îbrahîm hate qetilkirin, her wiha bav û birayê wê bi giranî birîndar bûn.

Bi dîmen û wêne encama topbarana hovane ya li dijî gundê Kilotê
Bi dîmen û wêne encama topbarana hovane ya li dijî gundê Kilotê
Bi dîmen û wêne encama topbarana hovane ya li dijî gundê Kilotê
Bi dîmen û wêne encama topbarana hovane ya li dijî gundê Kilotê
Bi dîmen û wêne encama topbarana hovane ya li dijî gundê Kilotê
Bi dîmen û wêne encama topbarana hovane ya li dijî gundê Kilotê
Bi dîmen û wêne encama topbarana hovane ya li dijî gundê Kilotê
Bi dîmen û wêne encama topbarana hovane ya li dijî gundê Kilotê
5 hezîran, 2021   13:28
ŞEHBA- ALAN REŞÎD

Tevî dorpêça ku ji hêla hikumeta Sûriyê ve li ser gundên Şêrawa hate ferzkirin, artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi armanca valakirina gund û şikandina vîna gelên berxwedêr, rojane êrişî van gundan dike.

Di van êrişan de zêdeyî 80 topên hawên li gundên navçeyê ketin û di encamê de keça 14 salî Zeyneb Hisên Îbrahîm hate kuştin, her wiha bavê wê Hisên Îbrahîm ê 51 salî û birayê wê Bekir Îbrahîm ê 11 salî birîndar bûn.

Her wiha gelek ziyan gihaştin milkên sivîlan.

Jina bi navê Sebah Reşîd a ji gundê Kolîtê got di çend rojên borî de, artêşa Tirk a dagirker bi qasî 80 topên hawnê êrişî gundê Kolîtê kir. Di encamê de keçeke 14 salî şehîd bû.

Sebah wiha dom kir: "Tevî dorpêça hikumeta Sûriyê a li ser gundê me, dewletaTirk a dagirker û çeteyên wê rojane êrişî gundê me dike."

Sebah anî ziman ku dê berxwedana xwe li dijî êrişên dewleta Tirk bidomînin heya ku Efrîn ji dagirkeran rizgar dikin.

Tê payîn ku sibe merasîma sersaxiyê ya şehîd Zeyneb Hisên Îbrahîm were lidarxistin.

(dx)

ANHA