Wêneyê wesayîta pêşmergeyan ku ji hewa de hatiye hedefgirtin

Tevî ku ji aliyê pêşmergeyê birîndar û HPG’ê ve hate redkirin ku wesayîta pêşmergeyan ji aliyê gerîla ve hatibe hedefgirtin, li gorî wêneyan jî wesayît ji hewa de hatiye hedefgirtin.

Wêneyê wesayîta pêşmergeyan ku ji hewa de hatiye hedefgirtin
5 hezîran, 2021   13:08
NAVENDA NÛÇEYAN

Li herêma Metîna îro wesayîteke hêzên Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) hate hedefgirtin. Di serî de medya PDK’ê ragihand ku ji aliyê balafirên dewleta Tirk ve hate bombebarankirin, lê piştre nûçeya xwe rakirin û îdia kirin ku wesayît ji aliyê gerîla ve hatiye hedefgirtin.

Pêşmergeyek ku îro di bûyera herêma Metînayê de birîndar bû got: “Em di seyareyê de bûn, diçûn nuqteyek çêbikin, ji nişkave bûyer rû da. ÊrIş falan nebû. Me nezanî balafir e, roket e yan mayîn e.”

Navenda Çapemenî û Ragihandinê ya HPG’ê jî ragihand ku hêzên pêşmerge yên ku xwestine bikevin qada gerîla, hatine hişyarkirin, lê dîsa berdewam kirine. Li ser vê yekê gerîlayên HPG’ê bi mebesta hişyariyê gule berdane hewayê. Di daxuyaniya HPG’ê de hat gotin ku nayê zanîn bûyera dijî pêşmergeyan di encama bombebarana Tirkiyeyê de anjî teqînek de çêbûye.

Lê wêneyên wesayîta hatiye hedefkirin, îdiayên berpirsên PDK’ê û medyaya wê derew derdixe. Li gorî wêneyan wesayît ji hewa de hatiye bombebarankirin. Li gorî wêne tu ziyan negihîştiye tekerên wesayîtê û wekî xwe mane. Ev yek îspat dike ku wesayît ji hewa de hatiye hedef girtin.