HPG’ê li Zendûrayê artêşa Tirk neçar kir ku vekişe

Gerîlayan li qada Zendûra ya Metînayê li leşkerên Tirk ên dagirker da û di encamê de leşkerên artêşa Tirk a dagirker neçar man ku vekişin.

HPG’ê li Zendûrayê artêşa Tirk neçar kir ku vekişe
5 hezîran, 2021   12:36
NAVENDA NÛÇEYAN

Navenda Ragihandinê ya HPGê der barê êrişên dagirkeriyê û berxwedana gerîlayan de daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniya HPG’ê de ev tişt hate diyarkirin:

“Di 5’ê Hezîranê de saet di 10.30’na de dagirkeran tevî kûçikekî ku kamera li serê wî gerandibûn, xwestin bikevin çeperên şer ên li qada Zendûra ya Metînayê. Di vê çalakiyê de li dagirkeran hate xistin û dagirker neçar man ku vegerin.

Bi helîkopterên êrişê herêmên Zap û Avaşînê hatine bomberdûmankirin û bi helîkopteran dagirkerên li Avaşînê guherandine.

Di 4’ê Hezîranê de saet di navbera 23.10 û 00.20’an de dagirkerên li qadên Mam Reşo û Mervanosê ya Avaşînê bi helîkopteran hatine guherandin.

Di 4’ê Hezîranê de saet di navbera 23.30 û 00.300’an de bi helîkopterên li qada Herfa T a Zapê dane.

Di van bomberdûmanan de tiştek bi hêzên me nehatiye.”