Bîlançoya hedefgirtina gundên Minbicê ya meha Gulanê

Meclisa Leşkerî ya Minbicê encama topbaran û êrişên artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê yên li dijî gundên bakur û rojavayê Minbicê di meha Gulanê de, eşkere kir. Her wiha behsa ziyanên ku gihaştine malên sivîlan kir ku rojane têne hedefgirtin.

Bîlançoya hedefgirtina gundên Minbicê ya meha Gulanê
5 hezîran, 2021   12:30
MINBIC

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê di bîlançoyê de ku duh weşand, diyar kir ku di meha Gulanê de artêşa Tirk a dagirker êrişî gundên Ereb Hesenê mezin, El-Hoşriye, El-Jat, Toxar Kibîr, Toxar Sigîr, Um Edasa, El-Dendaniya û Um Cilûd kiriye.

Navendê  destnîşan kir ku gundên ku hatin topbarankirin, tijî sivîl in û gelek zirar bi milkên wan hatine.

Her wiha diyar kir ku hedefgirtina gundên bakur û rojavayê Minbicê ji baregehên dewleta Tirk ên li herêmên dagirkirî yên li bakurê Sûriyê pêk tê.

Navenda Ragihandinê da xuyakirin ku dewleta Tirk a dagirker di meha borî de bi zanebûn rûberên mezin ên zeviyan li eniyên gundên El-Jat û El-Hoşeriya şewitandin.

Navenda ragihandinê der barê hewldaneke derbasbûna komên çeteyên dewleta Tirk di 21'ê Gulanê de, li gundê El-Jat bakurê rojhilatê Minbicê de ev agahî da: “Hêzên Meclisa Leşkerî ya Minbicê hewldana çeteyan şikand û di encamê de 3 çete hatin kuştin û çekên wan hatin desteserkirin.”

Navenda Ragihandinê da zanîn ku hemwextî êriş û hewldana ketinê ya çeteyan, dewleta Tirk ji baregehên xwe bi awayekî bê ser û ber gundên El-Jat û El-Hoşeriya topbaran kirin. Di vê navberê de dema çeteyan hewl da cenazeyên xwe bibin, dewleta Tirk a dagirker ji gundê Qîrate yê li bakur û rojahilatê Minbicê 50 top avêtin.

Navenda Ragihandinê ya Meclisa Leşkerî ya Minbicê bi bîr xist ku di encama topbaranê de ku heta saet 19:00`an dom kir, gelek xaniyên sivîlan wêran bûn.Her wiha gelek zeviyên gundên El-Jat û El-Hoşeriye şewitîn.

Hêjayî gotinê ye ku dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê rojane gundên bakur û rojavayê Minbicê topbaran dikin ku hin caran di encamê de sivîlên wan gundan dibin qurbanî.

(dx)

ANHA