Meclisên malbatên şehîdan ên Reqa û Tebqayê ji ber fitneyan banga hişyariyê kir

Meclisên malbatên şehîdan ên Reqa û Tebqayê bi daxuyaniyekê bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li pey fitneyan neçin û banga çareserkirina hemû pirsgirêkan bi rêya diyalogê kir.

Meclisên malbatên şehîdan ên Reqa û Tebqayê ji ber fitneyan banga hişyariyê kir
5 hezîran, 2021   12:47
NAVENDA NÛÇEYAN

Meclisên malbatên şehîdan ên Reqa û Tebqayê bi daxuyaniyeke hevbeş bang li şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku li pey gotegotên ku armanca wan derxistina fitneyan e, neçin.

Daxuyanî ji aliyê yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Tebqayê Mihemed El-Ereb û yek ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan a Reqayê Fatma El-Hisên ve hate xwendin.

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/hgGWgX9kOdU" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>

Daxuyanî wiha ye: "Piştî hilbijartinên Sûriyê yên ne rewa ku bi sponseriya Rûsya hatin kirin, rejîm şaneyên xwe yên veşartî zêdetir li herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê bikar tîne da ku pirsgirêkên xwe yên hundirîn veşêre û rewabûna xwe ya derew û serweriya xwe li ser xaka Sûriyê ferz bike. Ji ber wê jî tevlîhevî li bajarê Minbicê di navbera Hêzên Ewlekariya Hundirîn û gel de derxistin û têde ciwan bi buhaneya Erka Xweparastinê de bikar anî û xwepêşandan û meşên aştiyane derketin.

Kesên ku dixwazin ewlehî û aramiya bajêr xira bikin ev xwepêşandan ji xwe re keysbaz kir û xirakirin û tevlîhevî derxistin.

Em bang li gelê xwe li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dikin ku li pey tevlîheviyan fitneyan neçin, di demeke ku em dikarin pirsgirêkên xwe li gorî pîvana diyalog û nîqaşên biratî dûrî tundiyê çareser bikin.

Em sersaxiyê ji gelê xwe yê Minbicê re ku zarokên wan di vê tevlîheviyê de jiyana xwe ji dest dane û em şîfaya acil ji birîndaran re dixwazin. Em vî sûcî û şêwazên rejîmê û sîxurên wê şermezar dikin.

Bajarê Minbicê nimûneya jiyana hevbeş a di navbera pêkhateyên Sûriyê de ye ku zêdetirî 600 kes ji van pêkhateyan bi neteweyên wê yên cûda, şehîd bûne.

Di kesayeta şehîd Ebû Leyla û Ebû Emced em hemû şehîdên Minbicê bi bîr tînin. Em bang dikin ku li derdora şehîdên ku em bi saya wan pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê jiyaneke azad û birûmet dijîn, kom bibin.”

(bx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/kfM1jAQtCFA" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>