Turnoveya voleybol a mêran bi dawî bû

Turnoveya voleybol a mêran ku bi dirûşmeya "Teqez em ê bi ser bikevin" hatibû organîzekirin, bi xelatkirina tîmên serkeftî bi dawî bû.

Turnoveya voleybol a mêran bi dawî bû
Turnoveya voleybol a mêran bi dawî bû
Turnoveya voleybol a mêran bi dawî bû
Turnoveya voleybol a mêran bi dawî bû
Turnoveya voleybol a mêran bi dawî bû
4 hezîran, 2021   18:46
ŞEHBA

Di turnoveya voleybol a mêran ya 2021`ê de 6 beşdar bûn; Şêrawa, Peymangeh, KPC, Sînan, Rojhat, Ciwanan, Egîd, Berxwedan û Serdem. Turnove di 2`yê Nîsana derbasbûyî de dest pê kir.

Qonaxa dawî ya turnoveyê ji çar maçan pêk dihat. Maça yekemîn di navbera Berxwedan û Şêrawayê de bû bi serketina tîma Şêrawayê 3-0 bi dawî bû.

Maça duyemîn a qonaxa 6`an ve di navbera tîmên Ciwanan û Şêrawayê de bû, tîma Ciwanan 3-1bi ser ket.

Maça sêyemîn jî di navbera tîma Serdem û Peymangeh de bû, tîma Peymangeh 3-2 bi ser ket.

 

Maç dawî îro di navbera tîmên Rojhat û Sînan de hate lîstin û tîma Rojhat 3- 2 bi serket.

Turnove li yadîgeriya dibistana amadehî  ya li gundê Til Qerahê yê Şehbayê bi xelatkarina du tîmên serkeftî bi dawî bû. Tîma Ciwanan ku di asta duyemîn de bi ser ket mîdalî wergirt û Tîma Rojhat jî ku di asta yekemîn de bi ser ket kupa wergirt.

(eh)

ANHA