Li Çolistana Sûriyê ji ber şer 17 kes hatin kuştin

Çeteyên DAIŞ û hêzên hikumeta Şamê, îro li çolistana El-Meyadîn a gundewarê Dêrezorê her wiha li çolistana El-Sexnê ya gundewarê rojhilatê Humsê bi hev ketin. Di encamê de 17 kes ji her du aliyan hatin kuştin.

Li Çolistana Sûriyê ji ber şer 17 kes hatin kuştin
4 hezîran, 2021   12:18
NAVENDA NÛÇEYAN

Çeteyên DAIŞ'ê îro li herêma Feyda Ibn Miwêne ya çolistana El-Meyadîn a rojhilatê Dêrazorê, êrişî nuqteyên hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê kir.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR), ragihand ku di encama êrişê de 5 kes ji hêzên hikumeta Şamê û komên alîgirên wê û 2 endamên DAIŞ'ê hatin kuştin.

SOHR'ê ragihand ku li çolistana El-Sexne ya rojhilatê gundewarê Humsê bi Dêrazorê re, nêzî sînorên îdarî 7 endamên hêzên hikumeta Şamê ku efserekekî payebilind jî di nav wan de, hatin kuştin. Her wiha 3 çeteyên DAIŞ'ê jî hatin kuştin.

(dx)