ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-06-2021

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 04-06-2021
3 hezîran, 2021   23:00

-Endamê Akademiya Şehîd Îsmaîl a Minbicê Mehmûd Bekro diyar kir ku ji ber nakokiyan û hegamonyaya pergal û hêzên kapîtalîst, aloziyên li Rojhilata Navîn her ku diçin girêktir dibin. Bekro destnîşan kir ku projeya neteweya demokratîk a rêber Abdullah Ocalan ji bo van aloziyan çareserî ye. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Bi şoreşa Rojava re gelên li herêmê, dest bi hûnandina pergalên xwe yên civakî, aborî û ya herî girîng jî pergala siyasî kir. Til Temir ku navçeyeke Hesekê ye, yek ji cihên herî girîng e ku ev pêkvejiyan lê tê hûnandin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Lêkolînerên Ereb mikurhatinên serokê mafyayê yê Tirk Sedat Peker nirxandin û got "Ev  mikurhatin tê wateya bidawîbûna têkiliyên di navbera rêxistina "dewleta kûr" a bi rêxistina Ergenekon tê naskirin û Erdogan de." (BI WÊNE Û DÎMEN).

JIN

-Jinên Ereb ên Tebqa û Dêrazorê diyar kir ku armanca dewleta Tirk ji êrişên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê ew e ku ji nû ve serdema Împaratoriya Osmaniyan li herêmê vejîne û Mîsaqî Millî li Rojhilata Navîn pêk bîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

-Dayikên gerîla û şehîdên HPG'ê  got ji şewitandina xaka Kurdistanê re êdî bes e, dem dema yekitiyê ye û bang li gelê Kurd û kurdistaniyên li cîhanê kir ku destekê bidin hêzên gerîla. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Ji fermandarên QSD'ê Mîlîtan Çiya rewşa dawî û tevgerên çete û artêşa Tirk a dagirker li eniyên Girê Spî û Eyn Îsayê nirxandin û got, sewqiyatên dagirkeriyê yên ber bi baragehan ve didomin û ji beriya çend hefteyan ve bêdengî li herêmê serwer e. (BI WÊNE Û DÎMEN).

POLÎTÎKA

- Dewleta Tirk bi qutkirina ava çemê Firatê li ser Sûriyê û Iraqê qanûnên navneteweyî binpê dike û bêdengiya navneteweyî ji bo dewamkirina sûcên xwe bi kar tîne. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Derar diyar kir ku tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di serî de Minbicê di hedefê de ne û got: "Minbic ji gelek aliyan ve di serî de ji aliyê Tirkiyê ve di hedefê de ye. Di rojên dawî de tevgerên metirsîdar ên rejîmê û şaneyên wê hebin ku bi kiryarên xirabkirinê hewl didin fitneyê biafirînin." (BI WÊNE Û DÎMEN).

ÇAND Û HUNER

- Klîpa "Were Însan" ya ku beriya demeke kurt derketiye peyama mirovahiyê dide û banga aştiyê dike. (BI WÊNE Û DÎMEN).

- Pêkhateyên Hesekê diyar kir ku qutkirina avê şerekî din ê ku dewleta Tirk  li dijî gelê herêmê pêk tîne û hewl dide projeya demokratîk têk bibe. Şêniyan bang li rêxistinên navneteweyî kir ku destwerdanê bikin û gelê herêmê ji sûcên Tirkiyê rizgar bikin. (BI WÊNE Û DÎMEN).

ANHA