Meclisa Edaleta Jinan a Qamişlo şahiya xelatkirina Îlham Umer li dar xist

Meclisa Edaleta Jinan a Qamişlo îro şahiyek bi boneya xelatkirina Rêxistina Fransa a Azad ji endama Meclisa Edaleta Jinan û endama rêveber a Mala Jinan a herêma Cizîrê Îlham Umer re li dar xist.

Meclisa Edaleta Jinan a Qamişlo şahiya xelatkirina Îlham Umer li dar xist
Meclisa Edaleta Jinan a Qamişlo şahiya xelatkirina Îlham Umer li dar xist
Meclisa Edaleta Jinan a Qamişlo şahiya xelatkirina Îlham Umer li dar xist
2 hezîran, 2021   15:10
QAMIŞLO

Ji bo xelatkirina endama Meclisa Edaleta Jinan û endama rêveber a Mala Jinan a herêma Cizîrê Îlham Umer ji hêla Rêxistina Fransa a Azad ve îro Meclisa Edaleta Jinan şahiyek li dar xist. Şahî li avahiya Meclisa Edaleta Civakî ya Qamişlo hat lidarxistin û tê de endamên meclisê, nûnerên Mala Jinan, Meclisa Edaleta Civakî û rêxistinên mafên mirovan beşdar bûn.

Girêdayî mijarê, Hevseroka Meclisa Edaleta Jinan a Herêma Cizîrê Eynor Başa wiha got: "Em xelatê li Îlham Umer pîroz dikin. Îlahm Umer ji ber têkoşîn û çalakiyên xwe yên bênavber ên di doza jinan de hat xelatkirin.

Eynor Başa wiha domand: "Tevî ku Îlham Umer ji hêla hikumeta Şamê ve ji ber têkoşîna wê hat girtin, lê teslîm nebû û têkoşîna xwe berdewam kir."

Eynor Başa wiha bi dawî kir: "Xelatkirina Îlham Umer cihê serbilindiyê ye, ji ber ew yekemîn jina Kurd ji Rojava hat xelatkirin."

Li aliyekî din jî, Îlham Umer spasiya Rêxistina Fransa ya Azad kir û wiha got: "Ez vê xelatê diyarî her jineke ku di şoreşa Rojava de têkoşiya, diyarî her dayikeke şehîd û hevjîna şehîd û her jineke li cîhanê dikin."

(fr)

ANHA