Navenda Pêywendiyan a Girkê Legê stûnên li hundirê navçeyê guhartin

Navenda Pêywendiyan bi hevkariya Navenda Kehrebê ya Girkê Legê stûnên li navçeyê bi yên nû guhartin.

Navenda Pêywendiyan a Girkê Legê stûnên li hundirê navçeyê guhartin
Navenda Pêywendiyan a Girkê Legê stûnên li hundirê navçeyê guhartin
Navenda Pêywendiyan a Girkê Legê stûnên li hundirê navçeyê guhartin
Navenda Pêywendiyan a Girkê Legê stûnên li hundirê navçeyê guhartin
2 hezîran, 2021   17:15
QAMIŞLO-KELSÛMA ELÎ

Hêmanên hewayî mîna bahoz û baranê gelek zirarên mezin bi stûnên teleftonê yên erdê yên li hundirî Girkê Legê kirin û êdî li ser jiyana şêniyan xeteriyeke çêdikirin, her wiha xuyangek neşareza li navçeyê çêdikirin.

Navenda Pêywendiyan a Girkê Legê bi hevkariya bi Navenda Kehrebeyê bi rêya gera ximzetguzarî I navçeyê dest bi lêkolînkirina giliyên şêniyan kirin, jê jî sererastkirina stûnên telefonê yên zirar dîtine.

Ji bo çarekirina vê pirsgirêkê ku êdî li ser jiyana şêniyên Girkê Legê xeteriyek e, karker û endamên rêveber ên Navneda Pêywendiyan û Kehrebê stûnên nû li şûna yên kevn danîn.

Di vî warî de, gerînendeyê Navenda Pêywendiyan a bajarokê Rimêlanê Gulan Ferho li ser pêkanîna xwestekên şêniyan axivî û wiha got: "Bi sedema barê mezin a têlan li ser stûnan û ji ber hêmanên hewayê êdî hin stûnê li ber hilweşînê ne û ew jî xeteriyekê li ser jiyana şêniyan çêdike. Piştî banga şêniyan me bi Navenda Kehrebê re da stûnên nû li navçeyê deynin, kordîna kir."

Gulan Ferho li dawiyê bang li şêniyan kir ku her kesê stûnên xirabûyî bibûne, têkilyên bi wan re deyne, da ku sererast bikin û li ser jiyana şêniyan nebe xeter e.

(fr)

ANHA