Meclisên sivîl û leşkerî yên Minbicê têkildarî bûyerên li Minbicê 3 biryar dan

Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê û Meclisa Leşkerî ya bajêr, bi şêxên êlên li herêmê re civiyan û di encamê de 3 biryar dan. Rêveberiyê biryar bi daxuyaniyekê eşkere kirin.

Meclisên sivîl û leşkerî yên Minbicê têkildarî bûyerên li Minbicê 3 biryar dan
2 hezîran, 2021   11:44
 MINBIC

Fermandarê giştî yê Meclisa Leşkerî ya Minbicê Mihemed Ebû Adil daxuyanî xwend. Nûnerên Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê, rûspiyên êlên herêmê û fermandariya Meclisa Leşkerî ya Minbicê tev li xwendina daxuyaniyê bûn.

Daxuyanî wiha ye:

 “Minbic û gundewarên wê di şert û mercên hesas re derbas dibe ku divê hemû bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî li hemberî xwîna şehîdan û ewlehiya Minbicê û xelkê wê bînin cih. Lê mixabin di 2 rojên dawîn de bûyerên biêş rû dan ku di encamê de xelkê me yê ku daketibû qadan, birîndar bûn ku banga daxwazên xwe yên rewa dikirin.

Destpêkê wek Rêveberiya Sivîl, leşkerî û rûspiyên êlên herêmê em sersaxiyê ji xwe û ji hemû xelkê Minbicê û gundewarên wê re dixwazin û em hêvî dikin ku birîndar hemû baş bibin. Li gorî civîna me ya bi rûspiyên êlên Minbicê re û li gorî daxwaz û pêşniyarên wan û ji bo parastina ewlehiya bajêr û jiyana hevbeş a şêniyan û rêgirtina li pêşiya fitneyê, me li ser van xalan li hev kir:

1- Rawestandina hemleya pêkanîna erka xweparastinê li Minbicê û gundewarên wê ku divê careke din di ber çavan re were derbaskirin.

2- Divê hemû kesên di bûyerên dawîn de hatine girtin, serbest werin berdan.

3- Divê komîteyeke lêpirsînê were avakirina da ku detayên gulebarandinê lêkolîn bike û hesabê ji kesên ku têkiliyan wan di bûyerê de hene, were xwestin.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/1z6wZNoVtX0" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>