Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tendusritiyê ya Rêveberiya Xweser îro ragihand ku 3 kesên din ji ber nexweşiya Koronayê jiyana xwe ji dest daye.

Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
2 hezîran, 2021   12:19
NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tendusritiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Ciwan Mistefe diyar kir ku kesên mirine, jinek û mêrek ji Hesekê ne û mêrek ji Qamişlo ye.

Mistefa piştrast kir ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 62 kesên din bi vîrusa Koronayê (Covid-19) ketine; ew jî 26 mêr û 36 jin in û li van herêman in:

Hesekê: 19
Qamişlo: 4
Dêrik: 3
Rimêlan: 1
Dirbêsiyê: 2
Kobanê:3
Reqa: 14
Tebqa: 4
Dêrazor: 4
Minbic: 3
Kampa Holê: 5

Mistefa anî ziman ku ji nav nexweşiyên Koronayê 11 kes jî baş bûne.

Bi van daneyan hejmara pêketiyên Koronayê li Bakur û Rojhilatê Sûriyê gihaşt 17 hezar û 919 kesan; ji wan 732 kesan jiyana xwe ji dest daye û hezar û 815 kes baş bûne.

(dm)

ANHA