​​​​​​​Weqfa Jina Azad dest bi rêzeçalakiyan kir

Weqfa Jina Azad îro li gundê Girbawî yê kantona Qamişloyê di çarçoveya hemleya xwe de ku vê dawiyê ragihandiye, semînrek ji bo jinan da.

​​​​​​​Weqfa Jina Azad dest bi rêzeçalakiyan kir
2 hezîran, 2021   12:16
QAMIŞLO

Weqfa Jina Azad roja sêşemê destpêkirina hemleyeke fikirî û tenduristî li herêma Cizîrê ragihandibû. Tê payîn ku hemle heta 20`ê Tebaxê bidome.

Her wiha weqfê di daxuyaniya xwe de diyar kiribû ku ji vê hemleyê armanc dike jinan di warên fikirî û tenduristî de bi pêş bixe û bi awayekî cidî li hemberî vîrusa Koronayê tev bigerin.

Semîner li Navenda Kongreya Star a li gundê Girbawî hat dayîn. Bi dehan jinên gund û endamên Kongreya Star beşdar bûn.

Endama rêveber a Weqfa Jina Azad Hesîne Mihemed di semînerê de axivî û diyar kir ku di gelek civakan de jin tên çewisandin lê li herêmê piştî şoreşa Rojava jinan gelek mafên xwe bi dest xistin û di gelek waran de, nexasim leşkerî, cihê xwe girt û mînaka wê jî bi hezaran şervanên jin ji bo herêmê şehîd ketin.

Hesîne di axaftina xwe de bal kişand ser diyardeya zewicandina zarokan û got: “Ev diyarde gelek xetere ye û hîna li gelek welatên cîhanê belav e. Ji sedemên wê xizantî, kevneşop, nezanî û tunebûna qanûnên li dijî vê diyardeyê ye.”

Her wiha Hesîne destnîşan kir ku bi armanca rêgirtina li pêşiya vê diyardeyê hemleyan û semîneran li dar dixin.

Li aliyekî din endama rêveber a Weqfa Jina Azad Melîka Hesaf semînera tenduristî da ku jê armanc tê kirin ku rê li pêşiya belavbûna pandemiya Koronayê bê girtin.

Tê payîn ku hemle heta 20`ê Tebaxê berdewam bike.

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/piyr3e4m1ac" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>