Meclisa Efrînê piştgiriya xwe ji çalakiya greva birçîbûnê re nîşan da

Endamên Meclisa Efrînê ya kantona Şehbayê piştgiriya xwe ji bo çalakiyên grava birçîbûnê yên di zîndanên Tirkiyê de anîn ziman û got: "Têkoşîna me bi saya fikir û felsefeya rêber Ocalan berdewam e.''

Meclisa Efrînê piştgiriya xwe ji çalakiya greva birçîbûnê re nîşan da
2 hezîran, 2021   01:51
ŞEHBA- LÎNDE ŞÊX

Çalakiyên grava birçîbûnê yên girtiyên siyasî yên di girtîgehên Tirkiyê de ji 27'ê Mijdarê sala 2020'an de bi armanca bidawîkirina tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan hatî destpêkirin, didomin.

Rêber Abdullah Ocalan sala 1999'an bi komployeke navneteweyî ve hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin. Rêbertî ji wê demê ve di girtîgeha Îmraliyê de di tecrîdeke girankirî de ye û rê nadin ku malbat û parêzer wî bibînin.

Têkildarî mijarê endamên Meclisa Efrînê ya li kantona Şehbayê nêrînên xwe parve kirin.

Endama Meclisa Efrînê, Fexrî Silêman piştgiriya xwe ji çalakiyên greva birçîbûnê re anî ziman û got: "Ev çalakî ji bo azadiya rêber Abdullah Ocalan e, komplo li dijî rêbertî berdewam e, lê em piştgiriya her kesî ku tev li çalakiyê bûye, dikin."

`ERKEKE PÎROZ E`

Fexrî Silêman anî ziman ku çalakiyên grevên birçîbûnê pîroz e û wiha got: "Girtiyên di zîndanan bi vê çalakiyê dixwazin parastina gelê xwe û mafê xwe bikin, ji ber ku wekî erk ji xwe re dibînin, ev yek berxwedan û îradeya wan nîşan dide."

Silêman wiha pê de çû: "Em dizanin ku dewleta Tirk a faşîst ji bo têkbirina vîna gelê Kurd dest bi operasyonên girtinê kir, lê bi saya ramana rêber Ocalan em ê ji bo doza xwe li dijî hemû komplogeran têkoşînê bidomînin."

Silêman di dawiyê de, bang li rêxistinên navneteweyî  yên bi mafên mirovan re têkildar in kir ku dawî li binpêkirinên dewleta Tirk bînin, her wiha destnîşan kir ku bêdengiya wan nîşan dide ku ew şirîkê van binpêkirinan ne.

`BERDEWAMA BERXWEDANA MEZLÛM DOGAN E`

Ji aliyekî din ve, endama meclisê Henîfe Koça got berxwedana girtiyên di zîndanên Tirkiyê de, berdewama berxwedana Mezlûm Dogan û hevalên wî ye.

Henîfe wiha zêde kir: "Em wekî jinên ciwan ên Efrînê hewldidin ku xwe birêxistin bikin û asta têkoşînê li dijî tevahî planên dewleta Tirk ên qirkirina Kurdan û lawazkirina rola jin, bilind bikin."

Her wiha destnîşan kir ku ew hêza xwe ji fikir û felsefeya rêber Abdullah Ocalan giritne.  

(dx)

ANHA