Li Çilaxa şehîd hatin bi bîranîn

Li navçeya Çilaxa ya Dêrikê 11 cangoriyên azadiyê bi merasîmekê hatin bi bîranîn.

Li Çilaxa şehîd hatin bi bîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bi bîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bi bîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bi bîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bi bîranîn
Li Çilaxa şehîd hatin bi bîranîn
31 gulan, 2021   14:24
QAMIŞLO

Meclisa Malbatên Şehîdan a navçeya Çilaxa ya kantona Qamişlo merasîma bibîranîna 11 şehîdên ku di salên cuda de li Bakur û Rojhilatê Sûriyê û di nava refên Tevgera Rizgariya Kurdistanê de şehîd ketine li dar xist.

Merasîm li Navenda Çandê ya başûrê rojavayê navçeyê hate orgenîzekirin. Merasîma bibîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir, piştre Hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Navçeya Çilaxa Dunya Îsmaîl navên şehîdan xwendin.

Hevserokê Meclisa Rêveber a Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Cizîrê Telat Yunis axivî û got:"Biranîna şehîdan û rihê berxwedanê û têkoşîna rêya pêkanîna hêviyên şehîdan e ku ew jî hêviyên gel ên pêkanîna azadiyê ye."

Telat Yunis destnîşan kir ku her şehadetek ji bo gelê herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyê wekî çîrok û efsaneyeke qehremaniyê ye û banga xurtkirina têkoşînê kir.

Telat Yunis di dawiya gotina xwe de da zanîn ku rizgarkirina herêmên dagirkirî ji erkên pêşîn yên Rêveberiya Xweser û gelê herêmê ye, her wiha ji bo wefedariya bi şehîdên ku ji bo vê xakê canên xwe feda kirine.

Dûvre belgefîlimek li ser berxwedan û têkoşîna şehîdan hate pêşandan.

Di dawiyê de nasnameyên şehîdan hatin xwendin û li malbatên şehîdan hatin belavkirin.

(eh)

ANHA