Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve, kargehek hate vekirin

Beşa Jin a girêdayî Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê  Kargeha Penêr û Mast bi navê Zozan li bajarê Dêrikê vekir.

Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve, kargehek hate vekirin
Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve, kargehek hate vekirin
Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve, kargehek hate vekirin
Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve, kargehek hate vekirin
Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve, kargehek hate vekirin
Gaveke din ber bi pêşxistina aboriya jinan ve, kargehek hate vekirin
30 gulan, 2021   18:51
QAMIŞLO

Bi sedan şêniyên herêma Dêrikê, şande ji Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê, deste, saziyên Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan û Kongreya Star beşdarî merasîma vekirina kargehê bûn.

Merasîm bi rêzgitinê dest pê kir, piştre Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê axivî û got:"Ev kargeh a yekemîn e ku li ser navê jinan û projeyên jinan vedibe, her wiha kargeha duyemîn a li ser asta Bakur û Rojhilatê Sûriyê ye."

Nezîra Gewriyê diyar kir ku armanca vekirina vê kargehê pêşxistina aboriya jinan, peydakirina derfetên kar ji jinan re da ku debara xwe pêk bînin û wiha dom da axaftina xwe:"Jinan di tevahiya qadan; siyasî, leşkerî û nexasim qada aborî de serkeftin pêk anîn, Rêveberiya Xweser di şoreşê de gelek xizmet kir da ku projeyên aborî vekin û piştgiriyê bide aboriya herêmê. Vekirina projeyeke wiha ji bo sivikkirina bandora ambargoya li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatiye ferzkirin ye û sûdê ji madeyên sereke yên heyî werbigire, ji ber ku herêm bi van madeyan tê naskirin, hatiye vekirin."

Girêdayî vê Hevseroka Desteya Aborî ya Herêma Cizîrê Hediye Elî ji ANHA'yê re axivî û diyar kir ku kargeha Zozan a Penêr û Mast a li Dêrikê ji projeyên taybet bi jinan û pêşxistina wan e û di pêvajoya şoreşê de li herêmê ya yekemîn e.

Hediye anî ziman ku pêwîstiya herêmê bi projeyên wiha heye da ku piştgiriyê bide aborî û jinan, her wiha ambargoya li ser herêmê hatiye ferzkirin bişkîne ku bandoreke neynî li aboriyê kiriye.

Hediya Elî destnîşan kir ku amadekariyên vekirina vê kargehê ji beriya salakê ve dest pê kirin û derfet ji 25 jinan re peyda kir. Her wiha got, kargehê peyman bi xwediyên sewalan re çêkir da ku şîr bikirin, piştgiriya wan kirin û bi buhayeke guncaw êm peyda kirin.

Piştî axaftin bi dawî bû, Hevseroka Meclisa Rêveber a Herêma Cizîrê Nezîra Gewriyê û dayika şehîd Harûn, Fatima Yusif deriyê kargehê vekir, beşdar derbasî kargehê bûn.

(eh)

ANHA