​​​​​​​'Divê Rêveberiya Xweser were naskirin'

Şêniyên taxa Şêxmeqsûdê got, Rêveberiya Xweser nûnertiya gelan dike û ji krîzên li Sûriyê û Rojhilata Navîn çareseriya yekane ye. Şêniyan xwestin ku îtîraf bi vê rêveberiyê were kirin.

​​​​​​​'Divê Rêveberiya Xweser were naskirin'
30 gulan, 2021   02:56
HELEB- ARIF SILÊMAN

Şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Heleb banga îtîrafkirina bi Rêveberiya Xweser kir û diyar kir ku Rêveberiya Xweser nûnertiya vîna gelan dike û mafên wan bê cudahî misoger dike.

Şêniyê bi navê Ehmed Hesen di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser ragihandina Rêveberiya Xweser û diyar kir ku piştî krîza Sûriyê mezin bû û tevlihevî li herêmê belav bû, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk hate ragihandin

Hesen wiha domand: "Rêvebiriya Xweser hemû pêkhate Kurd, Ereb, Suryan, Tirkmên û hwd li ser bingeha projeya neteweya demokratîk bi rêxistin kir. Gelên herêmê bi biratî bi hev re dijîn û wekhevî di navbera wan de heye."

`GEL XWEDÎ BİRYAR E`

Der heqê cudahiya di navbera Rêveberiya Xweser û rejîmên navendî de, Hesen wiha pê de çû: " Rêveberiya Xweser biryarên xwe li gorî xwestekên gel dide, berovajî rejîmên navendî yên ku berjewendiyên xwe yên kesayetî li şûna berjewendiya giştî digirin."

Ehmed Hesen di dawiya axaftina xwe de banga naskirina Rêveberiya Xweser kir  û got, Rêveberiya Xweser nûnertiya gelen dike û dikare aloziya Sûriyê çareser bike.

`NÛNERTIYA GELAN E`

Li aliyekî din jî, şêniya bi navê Yasmîn Seydo destnîşan kir ku Rêveberiya Xweser civakê temsîl dike û mafên her welatiyekî/ê bê cudahî diparêze, di sîstema Rêveberiya Xweser de cudahî di navbera pêkhateyan de tune ye.

Yasmîn Seydo anî ziman ku Rêveberiya Xweser ji bo berjewandiya gel dixebite, daxwazên wan pêk tîne û mafên wan diparêze, her wiha bang li Komara Erebî û civaka navneteweyî kir ku Rêveberiya Xweser nas bikin ji ber ku nûnertiya gel dike.

`RÊVEBERIYA XWESER ÇARESERÎ YE`

Şêniyê bi navê Xelîl Bîlal diyar kir ku projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan ku Rêveberiya Xweser xwe dispêre wan, ji aloziya Sûriyê û tevahî aloziyên Rojhilata Navîn çareserî ye. Her wiha destnîşan kir ku sîstemên destpot şerê Rêveberiya Xweser dikin ji ber ku projeyeke demokratîk e.

`DIVÊ ÎTÎRAF BI RÊVEBERIYA XWESER WERE KIRIN`

Bîlal wiha gotina xwe bi dawî kir: "Rêveberiya Xweser mafên hemû şêniyan diparêze û parastina gelan ji êrişên çeteyên DAIŞ û arteşa Tirk a dagieker kir, divê civaka neteweyî îtîrafê bi Rêveberiya Xweser bike."

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/VXRB-Y7HEGI" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>