Şêniyên Helebê şehîd Şervan Dîgor oxir kir

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê cenazeyê şehîd Yûsif Bekir (Şervan Dîgor) li goristana şehîdan a taxên Şêxmeqsud û Eşrefiyê oxir kir.

Şêniyên Helebê şehîd Şervan Dîgor oxir kir
Şêniyên Helebê şehîd Şervan Dîgor oxir kir
Şêniyên Helebê şehîd Şervan Dîgor oxir kir
Şêniyên Helebê şehîd Şervan Dîgor oxir kir
29 gulan, 2021   11:44
 HELEB

Bi sedan şêniyên bajarê Helebê vê sibehê li pêşiya Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecir a li taxa Şêxmeqsud kom bûn û cenazeyê şehîd Şervan Dîgor ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, wergirt.

Li goristana şehîdan, Amerasîma oxirkirinê bi bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Endama Meclisa Malbatên Şehîdan Emine Xidir û bavê şehîd Şervan, Mihemed Bekir axivîn.

Emine Xidir di destpêka axaftina xwe de şehîdên azadiyê bi bîr anîn û sersaxî ji malbata şehîd Şervan re xwest.

Bavê şehîd Şervan serbilindiya xwe bi fedakariyên di oxira rizgariya Efrînê de anî ziman û diyar kir ku ji bo rizgariya axê ji çeteyan, ew can û zarokên xwe feda dikin.

Piştre wesîqeta şehîd Şervan hat xwendin û cenazeyê şehîd Şervan di nava dirûşmên dilsoziya bi şehîdan re û rizgarkirina Efrînê ji artêşa Tirk û çeteyên wê, hate veşartin.

(dm)

ANHA