Hilbijartinên serokatiyê yên Îranê… gefên li dijî boykotkeran

Piştî dûrxistina namzetên sereke ji hilbijartinên Îranê ji aliyê Meclisa Sazkirina Destûrê ve, îhtîmala boykotkirina hilbijartinên serokatiyê zêde dibe.

Hilbijartinên serokatiyê yên Îranê… gefên li dijî boykotkeran
29 gulan, 2021   10:05
 NAVENDA NÛÇEYAN

Serokê Hêzên Ewlekariyê yên Îranê Huseyin Aştarî duh êvarê di hevpeyvîneke li gel kanaleke televîzyonê de  gefa bikaranîna hêzên ewlehiyê li dijî kesên ku hilbijartinan boykot dikin, xwar û got kesên ku bang li îraniyan dikin ku hilbijartinan boykot bikin, dê hesab ji wan were xwestin.

Li gorî tora El-Erebiye, Aştarî di wê hevpeyvînê de got: “Murşîdê bilind erkên hemûyan diyar kirin. Polîs û dadwar dê li gorî qanûnê hesabê ji kesên ku banga boykotkirina hilbijartinan dikin, bixwazin."

Elî Xamaneyî pêncşemê bang li hilbijêran kiribû ku bangewaziyên boykotkirinê paşguh bikin. Li rex wê jî rexneyên dûrxistina kesayetên sereke ji hilbijartinan bi destê Meclisa Sazkirina Destûrê, zêde dibin.

Meclisa Sazkirina Destûrê ku kaxizên bernamzetan kontrol dike, ji 590 kesên ku navê xwe dane tenê 7 bernamzet qebûl kirine, di nav de serokê desthilata dadweriyê yê radîkal Îbrahîm Reîsî û Seîd Celîlî sermuzakervanê nukleerî yê berê.

Tê payîn ku îranî di 18`ê Hezîranê de serokkomarê welêt hilbijêrin.

(şx)