​​​​​​​`Erdogan ji hewldanên parçekirina muxalefetê armanc dike wîlayeta xwe dirêj bike`

Seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Asya El-Hisên got siyaseta parçekirina muxalefetê ya ku Erdogan dimeşîne li dijî civaka sivîl a serbixwe ye û armanc dike civakeke alîgirê desthilatdariyê li şûna wê ava bike.

​​​​​​​`Erdogan ji hewldanên parçekirina muxalefetê armanc dike wîlayeta xwe dirêj bike`
29 gulan, 2021   02:48
MINBIC

Serokkomarê Tirkiye Recep Tayyîp Erdogan bi hemû rêbazan dixwaze muxalefeta li Tirkiye parçe bike, da ku wîlayeta xwe dirêj bike. Erdogan piştî ku aloziyeke siyasî û aborî li Tirkiye çêkir, hewl dide parçebûna di nava partiya xwe de çareser bike .

Der barê mijarê de seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Sûriya Pêşerojê şaxê Minbicê Asya El-Hisên got: “Bûyerên li Tirkiye diqewimin, fişara muxalefetê li ser Erdogan ku hilbijartinên pêşwext beriya dema wê ya di 2023`yan de werin lidarxistin ku Erdogan ew red kir, herî dawî hewldanên danîna destûreke nû ji welêt re û erêkirina wê beriya lidarxistina hilbijartinan, ji van hemûyan xuya dibe ku Erdogan dixwaze pergala serokatiyê bide rûniştandin û bangewaziyên muxalefetê yên ji bo pergala parlamentoyê paşguh bike.”

Asya El-Hisên wiha domand: “Ev siyasetên Erdogan ne xerîb in. Ji ber ku ew ji vê siyaseta ku li Tirkiye dimeşîne armanc dike civaka sivîl a serbixwe tune bike û li şûna wê civakeke alîgirê desthilatê ava bike.”

Her wiha Asya El-Hisên destnîşan kir ku li Tirkiye her kesê banga azadiyan dike yekser tê girtin û heta salên dirêj di girtîgehê de dimîne. Ev yek êdî tê zanîn ku dewleta Tirk siyasetek li dijî xwediyên raman û muxalefetê dimeşîne. Asya El-Hisên wiha pê de çû: “Yên banga azadiyê dikin anku azadiya ramanê dikin bi terorê tên tawanbarkirin û tên girtin. Gelek rojnamevan hatine girtin.”

Siyasetmedara ji Minbicê Asya El-Hisên nirxandina xwe wiha domand: “Aloziya aborî ya li Tirkiye, binketina Erdogan a çareserkirina rewşa aborî ku gelê Tirk tê re derbas dibe, li gel van hemûyan Erdogan bi rêya xîtaba olî û neteweyî dixwaze bala gelê Tirk li ser van aloziyan bikişîne. Siyasetên ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyê dimeşîne, jê armanc dike ku projeya demokratîk a li herêmê tune bike. Ji bo wê hemû rêbazan bi kar tîne jê qutkirina ava çemê Firatê û topbarankirina herêmê.” 

Di dawiyê de Asya El-Hisên got: “Erdogan ji siyasetên xwe yên li hundirê Tirkiye û derveyî wê dixwaze bala gelê Tirk li ser aloziya hundirîn bikişîne da ku siyasetên xwe yên qirkirin û dîktatoriyê ne tenê li dijî gelê Tirk, lê belê li dijî gelên herêmê bidomîne.”

(şx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AxJ0XvPYbeE" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>