‘Dewleta Tirk aramiya herêmê têk dibe’

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qenûnsaz a Tebqayê Şadî El-Îbrahîm got êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcekî li dijî dewletên cîran e û diyar kir ku dewleta Tirk aramiya li herêmê têk dibe.  

‘Dewleta Tirk aramiya herêmê têk dibe’
28 gulan, 2021   23:39
TEBQA

Dewleta Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve êrişên qirkirin û dagirkirinê li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê didomîne.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê Şadî El-Îbrahîm têkildarî êrişan got: "Ev herêm bi erdnîgarî û demografiya xwe ya pirreng ku ji Kurd, Ereb, Suryan û yên din pêk tê, têne naskirin. Vê yekê hewldanên dewleta Tirk ên planên dagirkirinê zêde kirin."

El-Îbrahîm destnîşan kir ku dewleta Tirk di plan û êrişên xwe yên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê de komên tundraw wekî DAIŞ bi kar tîne.

El-Îbrahîm êrişên dewleta Tirk wek binpêkirinek dermirovî û êrişeke li dijî sînorên welatên cîran nirxandin û bal kişand ser hewldanên dewleta Tirk a dagirker ên bi armanca belavkirina fitneyê di navbera Kurdan de û sorkirina wan li hemberî hev û binpêkirina ewlehiya herêmê û got dewleta Tirk hewl dide rola Rêveberiya Xweser lawaz bike.

Her wiha El-Îbrahîm diyar kir ku divê dewleta Tirk dev ji binpêkirinên xwe berde da ku aramiya herêmê vegere.

Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qanûnsaz a Tebqayê, Şadî El-Îbrahîm wiha bi dawî kir: "Ji ber hişyariya şêniyan û îradeya gelên ku xeta neteweya demokratîk dişopînin dê armancên dagirkeriyê yên dewleta Tirk negihêjin serî û dê hemû planên Erdogan têk biçin. Bi vî rengî dê ewlehiya li herêmê vegere û hêzên navneteweyî Rêveberiya Xweser û hemû herêmên ku bi îradeya gel têne birêvebirin, nas bikin. "

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/RZSVyfn_2Aw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>