‘Divê hêzên siyasî li hemberî êrişên dagirkeriyê pêşengiya serferberiya giştî bikin’

Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelên resen ên herêmê ye. Her wiha diyar kirin ku li hemberî van êrişan divê hêzên kurdistanî seferberiya giştî ragihînin.

‘Divê hêzên siyasî li hemberî êrişên dagirkeriyê pêşengiya serferberiya giştî bikin’
29 gulan, 2021   03:57
NAVENDA NÛÇEYAN

Dewleta Tirk a dagirker ji 23'yê Nîsanê ve anku ji roja salvegera 106'an a komkujiya li dijî Ermenan a ku Osmaniyan pêk anîbû, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Li gorî çavdêran armanc ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e.

Li hemberî van êrişan li Kurdistan û Ewropayê bi çalakiyan bertek têne nîşandan. Di vê çarçoveyê de Kongreya Neteweyî ya Kurdistanê (KNK) di 15'ê Gulanê de komxebateke awarte bi navê "Li dijî dagirkeriyê" li dar xist. Piraniya partî, hêz, tevger û rêxistinên Kudistanê beşdarî komxebatê bûn. Konferans bi 12 biryaran encam da û ya herî girîng ragihandina seferberiya giştî û helwesta neteweyî ya hevpar a li dijî dagirkeriya Tirk e.

Tevî dijwariya êrişên dewleta Tirk ên li ser Herêmên Parastinê yên Medyayê û herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û pêkanîna bi dehan komkujiyan li dijî Kurd, Ereb û Suryanan, lê civata navneteweyî, dewleta Iraqê û hikumeta Şamê bê deng in.

Serokê Partiya Kesk a Kurdistanê Luqman Ehmê anî ziman ku êrişên dewleta Tirk ne li dijî hêz û partiyekê tenê ne, di heman demê de êriş li dijî hêzên demokratîk û parêzvanên azadî û rûmetê ne û wiha domand: "Armanca sereke ji van êrişan qirkirina gelê Kurd e, nîşaneya vê yekê ew e ku êriş di salvegera komkujiya li dijî Ermenan de pêk hat."

ÇIMA SEFERBERIYA GIŞTÎ Û HELWESTA NIŞTIMANÎ YA HEVPAR HATE RAGIHANDIN?

Luqman Ehmê bal kişand ser armanca seferberiya giştî û helwesta nîştimanî û neteweyî ya hevpar li hemberî dagirkeriya Kurd ku komxebata KNK'ê de hatibûn ragihandin û wiha dom da axaftina xwe: "Êrişn mezin li ser Kurdan û gelên herêmê heye, lê civaka navneteweyî û saziyên wê bê deng in. Ev yek fikaran li ser beşdariya wan di van êrişan de çêdike. Ji ber vê yekê ji tevahî gelê Kurdistanê helwesteke hevpar tê xwestin."

Têkildarî ragihandina seferberiya giştî jî Ehmê got: "Ji armancên sereke yên ragihandina seferberiya giştî piştrastkirina ku êrişeke li ser gelê Kurd bi giştî û destkeftî û xaka gelê Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet heye. Êriş ne li dijî hêz an partiyekê ye, lê li ser tevahî hêzên demokratîk e. Ji ber vê yekê divê gelê me tavilê li hemberî van êrişan serî hilde."

'DIVÊ HÊZÊN KURDISTANÎ SEFERBERIYA GIŞTÎ RAGIHÎNIN'

Serokê Yekitiya Lîberal a Kurdistanê Ferhad Têlo jî axivî û diyar kir ku partiya wan tevahî biryarên komxebata KNK'ê dipejirîne û got divê hêz û partiyên kurdî yên li Kurdistanê pêşengiya seferberiya giştî ya ragihandî bikin.

Ferhad Têlo diyar kir ku komxebata "Li dijî dagirkeriyê" xwedî bandoreke mezin li civaka Kurd û tevahî pêkhateyên Kurdistanê ye, her wiha bang li tevahî hêz û partiyên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku biryarên komxebatê bipejirînin û got: "Divê armanca me ya sereke ew be ku li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk ên li ser Kurdan û gelên herêmê bisekinin û rawestnin."

Ehmê di berdewama nirxandinên xwe de îşaret pê kir ku gerîlayên HPG'ê berxwedaneke bêhempa li hemberî êrişên dewleta Tirk a dagirker raber dikin, divê bi hemû rêbazan piştevaniya van êrişan bê kirin û wiha pê de çû: "Êriş ne tenê li ser gerîla ne, divê piştevaniya gerîla were kirin, divê her kes vê yekê bizane ku heger dewleta Tirk a dagirker di şerê xwe yê li ser gerîla de bi ser bikeve dê dora hêzên dîtir ên kurdî were."

'MÎSYONA SEREKE PARASTINA HERÊMÊ JI ÊRIŞÊN DEWLETA TIRK E'

Luqman Ehmê bang li parlamento û hikumeta Başûrê Kurdistanê kir ku ji bêdengiya xwe derkeve, biryarên komxebata "Li dijî dagirkeriyê" pêk bîne û li hemberî êrişên dagirkeriyê yên dewleta Tirk bisekinin. Ehmê got: "KNK niha hevdîtinan li Başûrê Kurdistanê pêk tîne da ku bigihêjin biryarekê ku êrişên Tirkiyê werin rawestandin."

Ferhad Têlo jî bang li hêz û partiyên ku li hemberî êrişên dewleta Tirk bêdeng in kir û ev tişt got: "Hêzên ku xwe îqna kirin û an jî Tirkiyê ew îqna kirine ku ev êriş li ser PKK'ê ne, ji wan re dibêjin ku dema ku bi sedan gundan Kurdan têne hedefkirin û bi sedan sivîl ji Kurd, Ereb û Suryan di van êrişan de jiyana xwe ji dest didin, ev êriş ne li dijî kurdan tenê ye, lê belê li ser tevahî pêkhateyên Kurdistanê ye."

Ferhad Têlo diyar kir ku mîsyona sereke ya niha û tişta ku ji tevahî hêz û partiyên kurdistanî tê xwestin ew e ku çawa gel ji van êrişan biparêzin û diyar kir: "Lidarxistina çalakiyên li dijî dagirkeriyê gelekî girîng in, lê têrê nakin, gava herî girîng, yekitî û nêrîneke hevpar hebe û piştevahî bi biryarên KNK'ê re were kirin."

'ARMANC QIRKIRINA GELÊN RESEN E'

Endamê Desteya Rêveber a Partiya Yekitiya Suryan Efram Îshaq diyar kir ku êrişên dewleta Tirk ne tenê gelê Kurd dikin hedef, di heman demê de êriş li dijî tevahî pêkhateyên Başûrê Kurdistanê ji Kurd, Suryan, Asûr û pêkhateyên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ne.

Efram Îshaq got armanca sereke ji van êrişan qirkirina gelên resen ên li herêmê ye û diyar kir ku êrişên li ser Başûrê Kurdistanê xizmeta armanca dagirkirinê ya dewleta Tirk dikin.

Îshaq di berdewama axaftina xwe de bal kişand ser berxwedana HPG'ê ya li hemberî van êrişan û got: "Berxwedana Hêzên Parastina Gel mafekî rewa ye, ji ber ku herêmên xwe, hebûna xwe diparêzin, dîsa jî mafê gelên herêmê heye ku xwe ji êrişên wiha biparêzin."

Efram Îshaq destnîşan kir ku dewleta Tirk dijminahiya tevahî pêkhateyên li ser xeta sînor a bi dewletên cîran re li Sûriye û Iraqê dike û got ketina dewleta Tirk a xaka Başûrê Kurdistanê binpêkirineke eşkere li dijî serdestiya xaka Iraq û Başûrê Kurdistanê ye û xizmeta berjewendiyên dewleta Iraq û Başûrê Kurdistanê nake.

'DIVÊ SÛRIYE Û IRAQ BERPIRSYARIYÊN XWE BI CIH BÎNIN'

Endamê Nivîsgeha Siyasî ya Partiya Muhafizekarên Demokratîk Ednan Îzo li ser mijarê destnîşan kir ku divê Sûriye û Iraq berpirsyariyên xwe li hemberî êrişên dewleta Tirk bi cih bînin û bang li civaka navneteweyî kir ku êrişên li ser gelên herêmê û guhertina demografiya herêmê rawestînin.

Ednan Îzo diyar kir ku dive Komkara Erebî helwesteke xurt li hemberî êrişên dewleta Tirk bide û wiha got: "Divê Komkara Erebî biryarekê bide ku êrişên Tirkiyê rawestîne, ji ber ku armanc ji van êrişan zindîkirina Împaratoriya Osmaniyan li ser hesabê dewletên erebî ye."

(bb)

ANHA