ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-5-2021`AN

ROJEVA NAVENDA NÛÇEYAN A 29-5-2021`AN
28 gulan, 2021   23:00

- Şêniyên Minbicê domandina qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku para Sûriyê ya ava çemê Firatê li gorî peyman û qanûnên navneteweyî berde. (BI WÊNE Û DÎMEN)

POLÎTÎKA

- Serokê Partiya Aştiya Demokratîk a Kurdistanê Telal Mihemed diyar kir ku heta ku rêber Abdullah Oclan li Îmraliyê girtî be, dê dewleta Tirk êrişên xwe yên li dijî gelê Kurd bidomîne û got “Divê hemû gel li dijî vê qirkirin û êrişên Osmanî yên nû bibin xwedî helwestekw hevpar.” (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Nûnerên partiyên siyasî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê destnîşan kir ku armanca êrişên dewleta Tirk a dagirker qirkirina gelên resen ên herêmê ye. Her wiha diyar kirin ku li hemberî van êrişan divê hêzên kurdistanî seferberiya giştî ragihînin.

- Seroka Nivîsgeha Rêxistinî ya Meclisa Partiya Sûriya Pêşerojê Asya El-Hisên got siyaseta parçekirina muxalefetê ya ku Erdogan dimeşîne li dijî civaka sivîl a serbixwe ye û armanc dike civakeke alîgirê desthilatdariyê li şûna wê ava bike.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

KURDISTAN

- Cîgirê hevserokatiya Meclisa Qenûnsaz a Tebqayê Şadî El-Îbrahîm got êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê sûcekî li dijî dewletên cîran e û diyar kir ku dewleta Tirk aramiya li herêmê têk dibe.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIWAN

-Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê ya li bajarê Helebê meşekê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê li pêş navenda tevgerê ya li beşa rojavayê taxa Şêxmeqsûdê li dar dixe. Saet di 19:00’an de. (BI WÊNE Û DÎMEN)

CIVAK Û JIAYN

- Piştî bidawîkirina xebatên sererastkirina wê, di çend rojên bê de nexweşxaneya giştî ya Hecînê dê were vekirin. (BI WÊNE Û DÎMEN)

- Şîrketa Pêşxistina Civaka Çandiniyê û Yekitiya Cotkaran a Tebqayê şert û mercên çinîn û teswîqkirina hilberînan amade kirin, da ku mewsim bê astengî derbas bibe.  (BI WÊNE Û DÎMEN)

ANHA