​​​​​​​Welatiyên Minbicê qutkirina ava Firatê şermezar kir

Şêniyên Minbicê domandina qutkirina ava çemê Firatê ji aliyê dewleta Tirk a dagirker ve, şermezar kir û bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku zextê li dewleta Tirk bikin da ku para Sûriyê ya ava çemê Firatê li gorî peyman û qanûnên navneteweyî berde.

​​​​​​​Welatiyên Minbicê qutkirina ava Firatê şermezar kir
29 gulan, 2021   01:46
MINBIC

Ev zêdetirî 6 meh e ku dewleta Tirk ava çemê Firatê ji ser Sûriyê qut kiriye. Li hemberî van sûcan rêxistinên mafên mirovan û civaka navneteweyî tu helwestek nîşan nedaye.

Têkildarî mijarê şêniyê ji Minbicê Reşîd El-Ehmed ji ber qutkirina ava Firatê zirar dîtiye û got: "Dewleta Tirk ji dema destwerdana xwe ya li Sûriyê ve şerê me dike, lê dîsa jî nikare projeya Rêveberiya Xweser a ku hemû pêkhateyan di nav xwe de dihewîne, rawestîne. Ji ber vê yekê dewleta Tirk xwest bi qutkirina ava çemê Firatê şerê xwe bidomîne."

El-Ehmed bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mirovî kir ku ji bêdengiya xwe derkevin û sûcên dewleta Tirk sînordar bikin da ku li gorî rêkeftin û peymanên navneteweyî tev bigere û para Sûriyê ji ava çemê Firatê berde.

Welatiyê bi navê Cemal El-Hecî yê ji Minbicê jî ev yek destnîşan kir: "Armanca siyaseta dewleta Tirk a bêparbûna gelê Sûriyê ji ava çemê Firatê, binpêkirina warên çandinî, pîşesazî, tenduristî û xizmetguzarî ye, her wiha li ser ewlehiya xwarinê ya herêmê gef e û êdî jêderên xwe bi awayekî xweser peyda dike.”

El-Hecî gotinên xwe wiha bi dawî kir: "Armanca van sûcên sîstematîk ên dewleta Tirk a faşîst ew e ku gelê Sûriyê ji ava çemê Firatê bê par bihêle. Ji ber vê yekê em bang li Neteweyên Yekbûyî (NY) û rêxistinên navneteweyî dikin ku destwerdanê bikin da ku dewleta Tirk avê çemê Firatê mîna berê berde.”

(dx)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/Xrh3VspJROs" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>