​​​​​​​Civaknasekî fransî bi rêya onlinê semînerek da xwendekarên Zanîngeha Kobanê

Civaknasê fransî Eric Vasin bi rêya onlinê semînerek da bi dehan xwendekarên Zanîngeha Kobanê, di semînerê de behsa siyaseta demokrat, kêmnetewe, zayned û etnîk hate kirin.

​​​​​​​Civaknasekî fransî bi rêya onlinê semînerek da xwendekarên Zanîngeha Kobanê
28 gulan, 2021   19:01
KOBANÊ

Zanîngeha Kobanê di pêşwazîkirina zanyar, akademisyenên rojavayî û cîhanî de ku semîneran didin xwendekarên wê berdewam e. Her wiha di meha borî de fîlozofê Sloveniya Slavoy Zicek semînerek da û berêvara îro jî Eric Vasin semînerek da.

Civaknasê fransî Eric Vasin di destpêka axaftina xwe de wiha got:. "Ez bi dayîna vê semînerê serbilind im û ji bo min pir girîng e. Bi hêvî me ku serdana herêmê bikim û bi kesayetên li wir re bicivim."

Vasin wiha domand: "Rojava herêmeke siyasî ye û hêviyekê dide Rojava ji bo guhartinê hêvî ye û sembola guhartinê ye. Ev ne tenê di aliyê siyasî de, lê belê di aliyên akademîk û zanistî de jî."

Vasin di berdewama axaftina xwe de wiha got: "Tişta di Rojava de bala min dikişîne, ew e ku hin kesayet tecrûbeyan dijîn. Ez bawer im ku pêdiviya me bi vê yekê heye Ez hewl didim tişta li Rojava dibe bizanim û wê bigihînim Fransa."

Eric Vasin hêvî kir ku ew dikare fikiran bi hev re nîqaş bikin û bi kesên li hundir re têkildar be û ew bawer e ku dê sûdê wergire.

Vasin piştevaniya xwe ji xwendekarên Zanîngeha Kobanê re ragihand û wiha pê de çû: "Ez jî bi hêvî me sûdê ji we wergirim."

Di çarçoveya axaftina li ser kêmneteweyan de, Eric Vasin wiha axivî: "Kêmnetewe ne tenê di çarçoveya hejmaran de ye, lê di heman demê de ew kêmnetewe ji desthilatê hatine mehrûmkirin an jî desthilat bi nêrîneke bi kêrî tiştekî nayên li wan dinêre û nijadperestiyê li dijî wan dimeşîne. Her wiha hin kêmneteweyên siyasî, olî, etnîkî û heta zayendî jî hene."

Vasin li ser kêmnetewe û koçberên li rojava bi taybet ên li Fransa axivî, her wiha behsa nijadperestiya li gorî reng, cudabûna di navbera mêr û jinan de, zayend û civakê de kir.

Civaknasê fransî Eric Vasin wiha gotina xwe bi dawî kir: "Ez bawer im ku em demeke ku her titş li dijî rastiyê de ye, dijîn. Di salên borî de me dît ku kesên ji rastiyê hez nakin biçûk dixin û bi heqaret ber bi wê ve diçin. Lê em bi rastiyê bawer in û em dibînin ku pêwîstiyek e."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/31841WhCBmk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>