Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê oxir kir

Îro bi hezaran şêniyên Herêma Efrînê cenazeyê şehîd Mezlûm Nêrebiyê yê şervanê HRE’yê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû spart axê, her wiha nasnameya şehîd Rêber Şêrawa ku di 1’ê Adara 2018’an de di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû, hat ragihandin.

Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê oxir kir
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê oxir kir
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê oxir kir
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê oxir kir
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê oxir kir
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê oxir kir
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê oxir kir
Bi merasîmeke girseyî şêniyên Efrînê şehîd Mezlûm Nêrebiyê oxir kir
28 gulan, 2021   18:09
ŞEHBA

Şênî li pêş Nexweşxaneya Avrîn a li navçeya Fafînê ya kantona Şehbayê kom bûn da ku cenazeyê Şehîd Xalid El-Wawa (Mezlûm Nêrebiyê) ê şervanê HRE’yê ku di qonaxa duyemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû wergirin.

Piştî cenaze wergirtin, şênî bi karwaneke bi sedan erebeyan ber bi Goristana Şehîdên Berxwedana Serdemê ya li Ehresê ya kantona Şehbayê ve ketin rê.

Li goristanê Meclisa Malbatên Şehîdan nasnameya şehîd Basil Dodeq (Rêber Şêrawa) ku di 1’ê Adara 2018’an de di qonaxa yekemîn a Berxwedana Serdemê de şehîd bûbû ragihand.

Merasîm bi deqeyeke rêzgirtinê dest pê kir, dûvre endamê rêveber ê Meclisa Malbatên Şehîdan a Herêma Efrînê Reşîd Foko sersaxiya malbatên şehîdan xwest û wiha got: "Bi saya ked û qurbaniyên şehîdan me gelek destkeftî li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dest xistin û em ê bi şopandina rêya şehîdan tevahî xakên dagirkirî rizgar bikin û li herêmên xwe bi serbilindî vegerin."

Piştre bi navê Rêveberiya Xweser a Herêma Efrînê Henan Seydo axivî û behsa siyasetên guhartina demografî ya li Efrîna dagirkirî pêk tê, kir û avakirina yekîneyên niştecihî li gundewarên Efrînê ji hêla dewleta Tirk a dagirker ve şermezar kir.

Seydo piştrast kir ku bi qurbaniyên şêniyên Herêma Efrînê û hevgirtina gel dê tevahî planên dagirkeriya Tirk û çeteyên wê werin hilweşandin û dê Efrînê zû yan dereng ji dagirkeran rizgar bikin.

Li aliyekî din jî endama rêveber a Kongreya Star a Herêma Efrînê Newroz Haşim got divê şênî ev merheleya ku herêm tê re derbas dibe, baş bizanin û hevgirtî bin û nehêlin siyasetên şerê taybet bandore li wan bike, her wiha bang kir ku divê berxwedan û têkoşîn were bilindkirin heta ku Efrîn rizgar dibe.

Li dawiya merasîmê, endama Komîteya Perwerdeya Civaka Demokratîk Zeyneb Ebdo wesîqeyên her du şehîdan xwend û radestî malbatên wan kirin û piştre cenazeyê şehîd Mezlûm Nêrebiyê hate veşartin.

(fr)

ANHA