​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da

Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê îro ragihand ku ji ber vîrusa koronayê 3 kes jiyana xwe ji dest da û 30 kesên din pê ketin.

​​​​​​​Li Bakur û Rojhilatê Sûriyê 3 kesên din ji ber koronayê jiyana xwe ji dest da
28 gulan, 2021   17:39
 NAVENDA NÛÇEYAN

Hevserokê Desteya Tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê Dr.Ciwan Mistefa ragihand ku jinek ji Hesekê, du mêr ji Qamişlo û Dêrikê ji ber koronayê mirine.

Mistefa got, li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê 16 mêr û 14 jin bi Covid-19 ketine û ew ji van herêman in:

Hesekê:6

Qamişlo:6

Dêrik:1

Dirbêsiyê:3

Reqa:11

Kampa Hol:2

Şehba:1

Mistefa diyar kir ku 6 pêketiyên vîrusê baş bûne.

Bi van daneyên dawî re hejmara pêketiyên vîrusa koronayê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûiyê digihêje 17 hezar û 746 nexweşan jê 723 nexweş mirine û hezar 792 nexweş jî baş bûne.

(şx)

ANHA