Sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilat Sûriyê bi wêne û dîmen

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê rapor li ser astên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê amade kirin û tê de sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê belge kirin û şandin civînên navneteweyî, da ku dewleta Tirk li ser van sûcan were muhasebekirin.

Sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên Bakur û Rojhilat Sûriyê bi wêne û dîmen
28 gulan, 2021   10:02
KOBANÊ-MEYSA EKARÎ

Di raporan de gelek mijar hene, ya herî girîng jî sûca dewleta Tirk a qutkirina para sûriyan ji ava çemê Firatê ye. Dewleta Tirk ji 27’ê Çileya borî ve para sûriyan ji ava çemê Firatê qut dike û asta avê gihaştiye kêmtirî 200 metrekab di saniyekê de. Bi wê re jî peymana 1987’an ku divê av di saniyekê de 500 metrekab were herikandin, tê binpêkirin.

‛BINPÊKIRIN Û SÛCÊN LI DIJÎ MIROVAHIYÊ’

/ar/uploads/files/2021/05/28/091429_mrfqh-balswr-walfydywhat..-tqaryr-twthq-anthakat-trkya-trsl-ila-almhafl-aldwlyh-llmtalbh-bmhasbh-trkya-e280ab28129e280ac-e280abe280ac.webp

Kêmbûna ava çemê Firatê bandoreke neyênî û yekser li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gelê wan bi tevahî ji aliyên jiyanî ve kir û gefên yekser li ser jiyana bi milyonan sûriyan e. Ew jî bi sedema qirêjbûna ava çemê ji ber ne herikînê ye. Li aliyekî din jî bandorê li beşa çandiniyê dike. Bi wê re gel bi hêrs û gelek caran bang li civaka navneteweyî kir ku nehêle dewleta Tirk ava çemê Firatê qut bike. Lê belê dewleta Tirk bêdengiya navneteweyî ya li hember sûcên xwe, derfet digire.

/ar/uploads/files/2021/05/28/091450_mrfqh-balswr-walfydywhat..-tqaryr-twthq-anthakat-trkya-trsl-ila-almhafl-aldwlyh-llmtalbh-bmhasbh-trkya-e280ab283065025029e280ac-e280abe280ac.webp

‛RAPOR JI CIVÎNÊN NAVNETEWEYÎ RE HATIN ŞANDIN’

Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê raporek li ser sûcên dewleta Tirk û bandorên kêmbûna ava çemê Firatê li ser herêmê ji gelek aliyan ve amade kir. Di raporê de 3 raporên herêmî hebûn ku Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê, Desteya Enerjî û Rêveberiya Bendavan a Herêma Firatê amade kiribûn û tê de wêne û dîmen hene.

Têkildarî raporê Hevserokê Rêxistina Mafên Mirovan a Herêma Firatê Ehmed Dawûd wiha got: "Bi sedema sûcên dewleta Tirk a dagirker ên bênavber ên li dijî gelên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û qutkirina ava çemê Firatê, rapor li ser asta tevahî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatin amadekirin û di yek raporê de hate komkirin û Rêxistina Mafên Mirovan a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ji civînên navneteweyî re şand, da ku sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê rawestînin."

‛SÛCÊN DEWLETA TIRK BI WÊNE Û DÎMEN HATIN BELGEKIRIN’

Di rapora ku Desteya Enerjiyê ya Herêma Firatê amade kiriye de, asta bandora kêmbûna rêjeya avê li ser kêmkirina kehrebeyê li kantonê û bandora wê ya neyênî li şêniyan û herêmê bi giştî hebû.

Lê di rapora Gerînendetiya Avê ya kantona Kobanê de, bal li ser qirêjbûna ava çemê Firatê bi sedema kêmbûna avê hate kişandin. Ew jî nîşaneya pêkanîna karesateke mirovî û tenduristî ye. Ji wê zêdetir jî ava vexwarinê bi dijwarî tê peydakirin, her wiha bandor li beşa çandiniyê kiriye û êdî ava bîran jî kêm bûye.

Li aliyekî din jî Rêveberiya Bendavan a Herêma Firatê di rapora xwe de behsa rewşa karesatê kirk u heke dewleta Tirk di qutkirina ava çemê Firatê de berdewam bike.

Di raporan de wêne û dîmen jî hebûn ku tê de kêmbûna rêjeya avê û bandora wê li ser jiyana şêniyên herêmê eşkere dibûn.

‛CIVAKA NAVNETEWEYÎ BÊ DENG E Û XWESTEKÊN MUHASEBEKIRINA DEWLETA TIRK HENE’

Dawûd wiha gotina xwe berdewam kir: "Piştî tevahî raporên ji herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di raporekê de hatin komkirin ku 21 rûpelan e, ji Komîteya Hiqûqî ya Ewropî û Odeya Civaka Sivîl a NY’yê re hate şandin."

Dawûd piştrast kir ku hîna ew alî li ser sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelê herêmê bê deng in, lê divêyabû zextek li ser dewleta Tirk bikirana, da ku para sûriyan ji ava çemê Firatê berda û karesateke mirovî çênebûya.

/ar/uploads/files/2021/05/28/091405_ahmd-dawd.webp

Ehmed Dawûd li dawiyê bang li civaka navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku bi erkên xwe yên exlaqî û mirovî yên li hember gelê herêmê rabin û li ser vê dozê di civînên navneteweyî de bisekinin û dewleta Tirk li ser bikaranîna wê ya avê weke çekekê li hember gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi taybet û gelê Sûriyê bi giştî muhasebe bikin."

(fr)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/6kAeqbMRLfw" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>