​​​​​​​Rojnameyên Erebî: DYA’yê hilbijartinên Sûriyê wek derew wesifandin

Rojnameyên erebî îro têkildarî encamên hilbijartinên Sûriyê, têkiliyên di navbera Erebistana Siûdî û Amerîkayê de û aloziya bendava El-Nehdayê nivîsandin.

​​​​​​​Rojnameyên Erebî: DYA’yê hilbijartinên Sûriyê wek derew wesifandin
28 gulan, 2021   08:40
NAVENDA NÛÇEYAN

‘NÊRÎNA WELATÊ ROJAVA LI SER DIRUSTBÛNA HILBIJARTINÊN SÛRÎYÊ’

Têkildarî kar û barên Sûriyê rojnameya Şerq El-Ewsat wiha nivisî: “Duh li ser “duristbûna” hilbijartinên serokatiyê yên Sûriye û biserketina Beşar El-Esed nîqaşeke rojavayî-rûsî çêbû.

Rayedarekî amerîkî hilbijartinên Sûriyê bi “derew” wesifandin û got Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) qaşo hilbijartinên serokatiyê yên Sûriyê red dike û diyar kir ku ew ne azad û ne jî durist in û bang li civaka navneteweyî kir ku hilbijartinan red bikin.

Li aliyekî din Kanada û Yekitiya Ewropayê (YE) daxuyanî dan û diyar kirin ku ev hilbijartin ji pîvanên demokratîk ên rastîn ên hilbijartinan dûr in û rolek di çareserkirina aloziyê de nalîzin. Tirkiye jî hilbijartin wek nerewa bi nav kirin. Dewletên rojavayî jî pêwîstiya pêkanîna biryara navneteweyî ya bi hejmar 2245’an destnîşan kir.

Dezgehên çapemeniyê yên Rûsyayê ragihand ku serokê şandeya Rûsyayê û namzetê parlamentoyê Dmitriy Sablin ku tev li çavdêriya hilbijartinan bûye, pêr gotiye: “Hilbijartin bi awayekî azad û li gorî pîvanên navneteweyî li dar ketin.” Serokê şandeya Senatoyê Sergey Muratov jî got: “Gotina ku hilbijartin ne rewa ne, cureyek sekna li pêşiya vîna neteweya Sûriyê ye.”

 

‘LI ŞÛNA SERDANÊ ŞÊWIRÊN BI RÊYA TELEFONAN; TÊKILIYÊN EREBISTANA SIÛDÎ Û DYA’YÊ’

Rojnameya El-Ereb têkildarî sarbûna têkiliyên di navbera Washington û Riyadê de wiha nivisî: “Ji telefona di navbera wezîrê karên derve yê Erebistana Siûdî mîr Feysel Bin Ferhan û hempîşeyê wî yê Amerîkayê Anthony Blinken de xuya dibe ku koordîne û şêwirên di navbera Washington û Riyadê de berdewam in lê li ser asta herî nizm in.

Gera Blinken ji herêmê re ku serdana Erebistana Siûdî nekir, bala çavdêrên kar û barên Rojhilata Navîn û Kendavê kişand.

Dîplomatekî ji Kendavê ku berê li DYA`yê kar kiriye, got: “Sarbûnek heye ku nayê înkarkirin.”

Kanaleke televîzyonê ya Erebistana Siûdî jî da zanîn ku mîr Feysel bi rêya telefonê bi Blinken re axiviye û hevbendiya stratejîk a di navbera her du welatan de û rêbazên hevkariyê têkildarî pirsgirêkên herêmî û navneteweyî nîqaş kirine.

Dîplomatekî din ê ji Kendavê da xuyakirin ku ji vê yekê diyar dibe ku pirsgirêkên ku nehatine çareserkirin di navbera her du aliyan de hene ku divê bi temamî li gorî bendewariyê werin çareserkirin.”

‘HEWLDANA SÛDANÊ JI BO WERGIRTINA DESTEKÊ TÊKILDARÎ BENDAVA NEHDAYÊ’

Mijara aloziya Bendava Nehdayê di manştên rojanemaya El-Beyan ên îro de cih girt. Di nivîsê de wiha tê gotin: “Di gaveke nû de ji bo bidestxistina piştgiriyê ji helwesta welatê xwe ya der barê aloziya Bendava Nehdayê ya Etiyopyayê de, wezîra karên derve ya Sûdanê Meryem El-Sadiq El-Mihdî, gereke nû li Afrîkyayê da destpêkirin. Ger duh li gel şandeyeke mezin ji dîplomat, parêzer û teknîsyenan li Abûjayê paytexta Nîjeryayê dest pê kir. Tê payîn ji bilî Nîjeryayê serdana Gana, Senegal û Nîjerî bike.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Karên Derve ya Sûdanê, wezîr Meryem El-Mihdî dê bi serokên wan re hevdîtinê pêk bîne. Ev hevdîtin di çaroveya eleqedarbûyîna Sûdanê bi zêdekirina têkiliyan bi serokên afirîkî re pêk tên, da ku helwesta xwe ya ji bingehê lêvegerên qanûnî de nîşanî bide û destekê dide xebatên heyî yên Yekitiya Afrîkayê di dan û standinên Bendava Nehdayê de.

Bi nêzîbûna qonaxa duyemîn a dagirtina gola bendavê re, metirsiyên Sûdanê zêde dibin. Ji destpêka hefteya derbasbûyî ve, Etiyopyayê qonaxa duyemîn a dagirtina gola bendavê da destpêkirin ku rêjeya depokirinê wê 13.5 mîlyar metrekab e. Sûdan ji ber xetereyên muhtemel ên encamên vê yekê bi tirs e. Nemaze ku depoya El-Rosoris ku rêjeya depokirina wê 7 milyar mitrekab e û 15 kîlometreyan tenê li jêr bendava Nehdayê ye."