Hunermend û rewşenbîr: Armanca şerê li dijî gerîla tunekirina Kurdan e

Endamên Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê piştrast kir ku armanca dewleta Tirk êdî zelal bûye ku dixwaze gelê Kurd tune bike, her wiha bang li hêzên kurdî yên li Başûrê Kurdistanê kirin ku helwesteke zelal li dijî êrişên dewleta Tirk nîşan bidin.

Hunermend û rewşenbîr: Armanca şerê li dijî gerîla tunekirina Kurdan e
28 gulan, 2021   09:01
KOBANÊ- NÎHAD KERHO

Tevî ku dewleta Tirk çekên giran li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi kar tîne, berxwedana Bazên Zagrosê ya li hemberî van êrişan ji 23'yê Nîsanê ve berdewam e. Dewleta Tirk hîn jî êrişî gundên Kurdan ên li ser sînor dike û li hemberî van êrişan gelê Kurd nerazîbûna xwe nîşan dide.

/kr/uploads/files/2021/05/28/090547_-.webp

Endam û hebestvanê Navenda Baqî Xido ya Çand û Hunerê, Mihemed Misî diyar kir ku armanc ji êrişên dewleta Tirk ên li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê tunekirina hebûna gelê Kurd û talankirina xêr û bêrên çiyayên Kurdistanê ye.

Mihemed Misî wiha lê zêde kir: "Dewleta Tirk bi erêkirina dewletên mezin û di serî de Amerîkayê ya ku bi rêya NATO bi çekan desteka wê dike, êrişî Herêmên Parastinê yên Medyayê dike. Em ji artêşa dewleta Tirk re dibêjin Herêmên Parastinê yên Medyayê ne wekî Efrînê ne ku têkçûna wan li Garê mînaka herî berbiçav e."

Misî destnîşan kir ku bikaranîna çekên kîmyawî li dijî Herêmên Parastinê yên Medyayê, heqareta dewleta Tirk a li dijî gelên azadîxwaz nîşan dide, her wiha bêdengiya navneteweyî piştgiriya dewleta Tirk dike. Misî da zanîn ku ew der barê bêdengiya hin hêzên kurdî ên li Başûrê Kurdistanê de matmayî mane ku heta niha tu helwesteke zelal têkildarî sûcên dewleta Tirk ên li dijî Kurdan, nîşan nedane.

‘HETA ZAROK JÎ JI PLANÊN DEWLETA TIRK HAYDAR IN`

/kr/uploads/files/2021/05/28/090455_-.webp

Endam û hunermendê Komîteya Çandê ya meclisa navçeya Kobanê, Omer Hesen diyar kir ku ev ne cara yekemîn e ku dewleta Tirk Herêmên Parastinê yên Medyayê dike armanc, lê ew bawer dikin ku dewleta Tirk dê têk biçe û gerîla dê bi ser bikevin ji ber ku hebûna gel diparêzin.

Omer destnîşan kir ku armanca dewleta Tirk êdî zelal e û heta zarokê biçûk planên dewleta Tirk nas kirine ku Kurdan tune bikin û bi rêya çiyayên Kurdistanê bigihêjin Şengal, Mûsil û Kerkûkê her wiha dê li wan herêman kantonan ava bike û xêr û bêrên herêmê bi dest bixin.

Omer di dawiyê de bang li gelê Kurd li her deverekê kir ku dakevin qadan û piştgiriyê bidin gerîla, her wiha bang li kurdên Başûrê Kurdistanê kir ku bi gerîla re hevkar bin û rê li pêşiya dewleta Tirk bigirin.

(dm)

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/cpYG7WfuJmk" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>