Ciwanên Başûr li dijî êrişên dagirkeriyê pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ragihand

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê bi daxuyaniyekê ragihand ku ew tev li pêngava seferberiyê ya li dijî dagirkeriya dewleta Tirk dibin.

Ciwanên Başûr li dijî êrişên dagirkeriyê pêngava ‘Werin Cenga Azadiyê’ ragihand
28 gulan, 2021   10:15
NAVENDA NÛÇEYAN

Tevgera Ciwanên Welatparêz û Jin ên Ciwan ên Têkoşer ên Başûrê Kurdistanê, di salvegera yekemîn a şehadeta endamê Komîteya Rêveber a Partiya Karkerên Kurdistnê (PKK) Qasim Engîn de li ser gora wî daxuyaniyek da çapemeniyê.

Duh Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan ên Têkoşer li Qendîlê bi daxuyaniyeke çapemeniyê pêngava ‘’Werin Cenga Azadiyê’ da destpêkirin. Ciwanan ragihandin ku ew ê mil bi mil li rex gerîla û li dijî dijmin şer bikin.

Di daxuyaniya ji aliyê Agir Raperîn ve hatî xwendin de ev tişt hatin gotin:

''Dewleta Tirk li pey zindîkirina xewna xwe ya dewleta Osmaniyan e. Dewleta Tirk di van salên dawî de êrişên xwe yên ser Kurdistan û welatên herêmê, berfirehtir kirine. Bi vê armancê bi hezaran çeteyên kirêger, ji Sûriye, Rojavayê Kurdistanê, Lîbya û cihên din ji bo dagirkirinê bi kar tîne. Dewleta Tirk PKK’ê û gerîlayên azadiyê ji bo pêkanîna xewna xwe weke astengiya herî mezin dibîne. Ji bo vê ev mehek zêdetire êrişek berfireh li dijî herêma Avaşîn, Zap û Metînayê daye destpêkirin. Lê çawa li Heftanîn û Garê derbên giran ji destê gerîla xwarin, wê vê carê jî bi bin bikevin.

گەنجان هەنگاوی “وەرن بۆ جەنگی ئازادیی”یان ڕاگەیاند

Ev êriş bi rezamendiya hêzên navxweyî û navnetewî pêk tên. Çawa li Helebceya Şehîd û Serdeş bi çekên kîmyewî êrişê ser Kurdistanê kirin, bi heman awayî li Mam Reşo li Avaşînê jî li dijî gerîlayên Kurdistanê çekên kîmyewî bi kar anîn.

Ya cihê xemginiyê ye li Başûrê Kurdistanê hinek partiyên siyasî, ji ber berjewendiyên xwe yên aborî heya niha jî li hemberî dagirkeriyê bêdeng in. Di televziyonan de weke ku ti êriş û şer nîn e, didin nîşandan. Dibêjin ev şer şerê PKK û Tirkiyê ye, divê xelkê me baş bizane piştî dagirkirina Zap, Metîna û Avaşînê wê yekser Tirkiye berê xwe bide Qendîlê ku keleha Kurdan e. Wê piştre berê xwe bide Musil, Kerkûk, Hewlêr û Silêmaniyê jî dagir bike.

Em weke komeke ciwanên Başûrê Kurdistanê, me biryar da em helwesta xwe ya li hemberî dewleta Tirk a faşîst nîşan bidin. Rêxistina Ciwanên Apoyî li her çar parçeyên Kurdistanê (Komeleya Ciwanan) li dijî dagirkeriya Tirk bang li hemû ciwanên Başûrê Kurdistanê kiribûn. Ji bo ku li hemberî vî şerî rawestin, bang kir. Em jî banga Komeleyên ciwan silav dikin û biyar didin ku em ê mil bidin milê gerîlayên Kurdistanê û li dijî dijmin şer bikin. Em ê nehêlin xewna dijmin ya pîs pêk were.”

Ciwanan piştî daxuyaniyê bê navber dirûşma ‘’Werin Cenga Azadiyê’ û ‘Bijî berxwedana gerîla’ berz kirin.