Civîna damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû

Çalakiyên civîna damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku li Hola Efrînê ya Qamişloyê li dar ketiye, bi encamnameyekê bi dawî bû.

Civîna damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bû
27 gulan, 2021   15:47
QAMIŞLO

Rêxistina Însiyatîfa Parastina Hiqûqî û Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê civîna damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê li Qamişloyê li dar xist û çalakiyên civînê bi xwendina encamnameyekê ji hêla koordînatora giştî ya Foruma Qurbaniyên DAIŞ’ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi dawî bûn û wiha tê de hate gotin:

"Forumê spasiya rêxistina Mîdko li ser ked û piştevaniya wê ji Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê û Rêxistina Însiyatîfa Parastina Hiqûqî kir.

Em komek ji hevgirtina qurbanî, malbat û rêxistinên civaka sivîl in ku Bakur û Rojhilatê Sûriyê kom bûne û ev forum damezrand. Ev forum li ser bingeha bersivdana azarên qurbaniyan ên berdewam hat avakirin, ji ber tu makanîzmeya wekhev û aktîf tune bû. Ji ber qurbanî û malbatên wan piştevaniyê wernagirin, da ku rola xwe ya pêşeng bilîzin û mafên xwe pêk bînin. Dê ev forum piştevaniya wan bike.

Endamên vê forumê belgeyên çêkirî bi rêya rêzehevpeyvîn û xebatên xwe nîqaş kirin û bi pêş xistin. Ev belge nûnertiya rêgezên forumê yên bingehîn û nêrîna wê dike û pîvanên wê li gorî mîqas û qanûnên navneteweyî ne.

Armanca forumê, bihêzkirina qurbaniyan û aktîfkirina civaka sivîl di kedên wan ên belgekirinê de ye, ew jî li gorî pîvanên navneteweyî ye, da ku garantiya pisporiya wê wergirin û ji bo eşkerekirina rastiyan û hewldana ber bi edaletê ji qurbaniyan re bibe destek. Bi wê re dê forum xebatên xwe yên cinayetê yên li Bakur û Rojhilatê Sûriyê li gorî xwestek û garantiyên dadgehên adil pêk bîne. forum hîmanekî bingehîn a avakirina edaletê li herêmê ye û dê rola bingehîn di lihevanîna civakê de bilîze û aştiya mayînd misoger bike.

Kêmbûna dînamîkên girêdayî şerên li ser astên leşkerî û siyasî bêyî garantîkriina berpirsiyarî û xebata ji bo mafên qurbanî û rola wan, dê herêmê ber bi aştî û aramiya mayînde ve nebe. Gelek tecrûbeyên li cîhanê û di dîrokê de ev yek îsbat kir. Bi wê re çiqas tevlêbûna qurbanî  û malbatên aktîf be, ewqas edalet û aştî bi ser dikeve.

Em bang li aliyên aktîf ên navneteweyê yên têkildar dikin ku bi awayekî fermî û cidî bi forum û xwestekên wê re dan û standinê bikin. Em bang li wan dikin ku piştevaniya foruma me ji aliyên teknîkî û malî ve bikin, her wiha piştevaniya li ser astên wekhevî û xwegihandinê bikin. Em bawer in ku doza me ji bo berjewendî, metirsî û rêgezên wê girîng e. Di encamê de em bawer in ku hûn ê xwedî li doza me derkevin û hûn ê piştgiriyê bidin da ku em bigihînin armancên xwe. Em bang li desthilatên herêmî dikin ku bi awayekî aktîf tev li foruma me bidin, ji ber ji bo civak û pêşeroja nifşên nû baş e. Her wiha em bang li wan desthilatan dikin ku nêrîn, xwestek û peyama forumê di ber çavan re derbas bikin. Foruma me bang li hevkariya pêşketî digel desthilatên herêmî dike, da ku rola pêşeng û sûdwar ji bo qurbanî û malbatên wan di geşkrina aştiya hundirîn û çareserkirinê de misoger bike."

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/_CKxbU2Ma8s" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>