Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê panelek li ser "çawaniya parastina destkeftiyên şoreşê" li dar xist

Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê panelek bi sernavê"Şoreşa Rojava, destkeftî, metirsî û çawaniya parastina destkeftiyan" li navçeya Til Temirê li dar xist.

Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê panelek li ser "çawaniya parastina destkeftiyên şoreşê" li dar xist
Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê panelek li ser "çawaniya parastina destkeftiyên şoreşê" li dar xist
Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê panelek li ser "çawaniya parastina destkeftiyên şoreşê" li dar xist
Yekitiya Rewşenbîrên Cizîrê panelek li ser "çawaniya parastina destkeftiyên şoreşê" li dar xist
27 gulan, 2021   13:27
HESEKÊ

Di panelê de bi dehan şêniyên Til Temir, siyasetmedar û endamên Yekitiya Rewşenbîrên Herêma Cizîrê amade bûn.

Beşdaran di rapor, lêkolîn û nîqaşên xwe de behsa sûcên qirkirina etnîkî û guhartina demografî ya ku artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê li herêmên dagirkirî yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê pêk tînin, kir.

Endamê Yekitiya Rewşenbîrên Til Temirê Ebdurehman Hisên wiha got: "Di dirêjahiya şoreşa Rojava de em di merheleyên leşkerî û siyasî yên pêşketî re derbas bûn û bandora xwe li rewşa niha û pêşdeçûnên li herêmê bi giştî û li Sûriyê bi taybet kir."

Li aliyekî endamê yekitiyê Mihemed Şêr li ser astengî û metirsiyên li beramber Rojava û şoreşa wê axivî û wiha got: "Çer ku Rojava bi pêş ket astengiyên li hember wê zêde dibin û çer ku destkeftî zêde bûn gef û metirsî jî zêde dibin."

Beşîr da zanîn ku dewleta Tirk a dagirker hewl dide bi hemû kiryarên Rêveberiya Xweser têk bibe, ji ber ku fikira wê demokrat û îdolojî ye.

Hevserokatiya Yekitiya Rewşenbîrên Hesekê li ser çawaniya parastina destkeftiyên şoreşê axivî û wiha got "Parastin erka hemûyan e, ji ber ew destkeftî bi saya keda şehîdan bi dest kirin."

Ehmed El-Ezher bang li tevahî pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê kir ku nekevin xefka şerê taybet ê ku dewleta Tirk û çeteyên wê hewl didin bandorê li fikira civakê bike.

Piştî axaftinan beşdaran nîqaşên xwe li ser rewşa niha, qirkirina etnîkî û koçberkirinê kirin.

(fr)

ANHA