​​​​​​​‘Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê’ bi pêşniyaran didome

Civîna damezirîner a Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê didome. Beşdaran gelek pêşniyarên pêşkêş kirin.

​​​​​​​‘Foruma Qurbaniyên DAIŞ`ê’ bi pêşniyaran didome
27 gulan, 2021   13:13
 QAMIŞLO

Beşdaran gelek bend pêşniyar kirin da ku bikevin belgeya bingehîn a forumê û wek rêzikname were diyarkirin. Mîna firehkirina tevlêbûna rêxistinên navneteweyî yên cîhanê, ji ber ku xetereya DAIŞ`ê li ser cîhanî bi giştî heye, ji bo darizandina çeteyên DAIŞ`ê dadgeheke navneteweyî di dema bê de were avakirin û bandorên wê yên li ser herêmê rakin.

Di civînê de serokê rêxistina Însiyatîfa Parastina Hiqûqî Egîd Îbrahîm diyar kir ku divê forumek ji bo qurbaniyên dewleta Tirk û çeteyên wê jî were avakirin, ji ber ku berdewama DAIŞ`ê ne û sûcên hovane li dijî gelên herêmê pêk anîn.

Li aliyekî din serokê Rêxistina Têkoşîna ji bo Mirovahiyê Mihemed Alçî axivî û destnîşan kir ku dê têkiliyên forumê û aliyên dadgehî yên fermî yên Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi aliyên navneteweyî re xurt bin ku dê tev li darizandina çeteyên DAIŞ`ê bibin. Her wiha diyar kir ku divê Rêveberiya Xweser piştgiriya forumê bike û divê têkilî di navbera her du aliyan de xurt be. 

Civîn li pêş dezgehên çapemeniyê girtî didome. Dê piştre encamnameya dawîn a civînê were eşkerekirin.

ANHA

<iframe width="560" height="315" src="https://www.youtube.com/embed/AP4tPU9E4Yo" title="YouTube video player" frameborder="0" allow="accelerometer; autoplay; clipboard-write; encrypted-media; gyroscope; picture-in-picture" allowfullscreen></iframe>